Rojnamevan Salar Mehmûd: Bêdengiya me, wate qebûlkirina dagirkeriyê ye. Pêwîst e em hemû bibin xwedî helwêst û rê nedin ku bandora dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde bibe. HAWKAR MISTEFA ROJNEWS/HELEBCE Welatiyên bajarê Helebce diyar kirin ku dem hatiye ku welatî, pêkhate û partiyên Başûrê Kurdistanê, bêdengiya xwe li dijî dagirkeriya Tirk bişikînin. Rojnamevan Salar Mehmûd jî got; “Pêwîst e hemû alî xwedî helwêsteke zelal bin.” Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li beramberî vê dagirkeriyê bêdeng e. Bi vê boneyê welatî û rojnamevan axivîn, û got, dema şikandina bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirk hatiye. PDK ji bêdengiyê berpirsiyar e Welatiyê bajarê Helebce Îsa San Ehmed got, eşkere ye ka kî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe û wiha dewam kir: “Bêdengiya Hikûmeta Herêmê ya li ser asta dagirkeriyê, dihat texmînkirin. Ji ber ku ew partiya hikûmetê bi rêve dibe PDK ye. Ew li gorî berjewendiyên aborî û siyasî li gel dewleta Tirk a dagirker tevdigere. Ji bo berjewendiyên xwe xaka Kurdistanê firot dewleta Tirk a dagirker.” Ehmed got, êdî dem e ji bo ku welatî, pêkhate û partiyên Başûrê Kurdsiatnê bibin xwedî yek helwêst û bêdengiya xwe li ser asta dagirkeriyê bişkînin û wiha peyivî: “Bi rêya parlamatoyê û çalekiyên sivîl li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.” Çapemenî bi erka xwe ya neteweyî ranebû Rojnamevaê navçeya Sayîdsadiq a bajarê Silêmaniyê Salar Mehmûd jî îşaret bi mezinbûna metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir ku her roja zêde dibin û got, “Her wiha weke welat, çapemeniya Başûrê Kurdistanê li gorî tê xwestin mijara dagirkeriyê û metirsiyên heyî, nekirine rojeva giştî.” Mehmûd herî dawî got, “Eva ku niha diyar dibe, dewleta Tirk bi şêweyekî hêsanî kete nav xaka Başûrê Kurdistanê û beşeke mezin a xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir kir. Ev jî metirsiyeke mezin e li ser dîrok û paşeroja gelê Kurd. Bêdengiya me, wate qebûlkirina dagirkeriyê ye. Pêwîst e em hemû bibin xwedî helwêst û rê nedin ku bandora dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde bibe.”