CAFER CAFO / ANHA/ŞEHBA
Hediye Yûsiv bêdengiya aliyên navdewletî, rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê der barê komkujiya artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokan li Til Rifatê, şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û aliyên peywendîdar bi mafên mirovan re kir ku dest tê werdin, dagirkeriyê û sûcên wê rawestînin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2’yê Kanûnê (pêr) komkujiyeke hovane li dijî şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkirina bajêr koçberî Şehbayê bûne, bi rêya roket û hewanan kir. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Ji van sivîlên şehîd herî kêm 8 zarok bûn.
Der heqê komkujiya hovane de, endama Koordînasyona Kongreya Starê Hediye Yûsiv axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û şîfaya xêrê ji birîndarên komkujiyê re xwest. Hediye Yûsiv got, “Topbaran û hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya navçeya Til Rifatê, ne cara yekê ye, lê belê girêdayî komkujiyên berê ye.”
Hûn şirîkên hovîtiyê ne
Hediye Yûsiv der barê bêdengî û nedîtina komkujiyê de rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li navçeyê, bi paşguhkirin û hevpariya komkujiyê û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê gunehbar kir. Hediye Yûsivê wiha dewam kir: “Dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser herêmê ferz kiriye û nehiştina derbasbûna derman û pêdiviyên alîkariya şêniyên Efrînê, barê mezin ê rejîma Sûriyê der heqê qurbaniyên komkujiyê de ye û her wiha jî bêdengiya wê li ser van sûcan, tê wateya hevpariya bi dagirkerî û hedefgirtina sivîlan re.”
Li ser helwêsta şêniyên Efrînê Hediye Yûsiv got, “Şêniyên ji Efrînê yên li Şehbayê bi ruhê netewe û şoreşgerî mane û li ber xwe didin, ti kes nikare vîna wan bişikîne. Her wiha jî israr û vîna wan bi hedef û daxwazên rizgarkirina Efrînê û vegera warên wan zêde dibe û bi wî rûhê li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hediye Yûsiv bang li rêxistinên navdewletî û aliyên pewendîdarî mafên mirovan û zarokan kir da ku dewleta Tirk û Erdogan ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bixin ber lêpirsînê, bi lez jê re sînorekî daynin û jiyana sivîlan biparêzin.