Piştî bi 21 salan jî xizmên qurbaniyên komkujiya Hewlêrê ya bi destê PDK´ê li cenazeyên şehîdan û li edaletê dipirsin. Bêdengiya 21 salan a PDK´ê vî gunehî û êşa malbatan mezintir dike. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, komkujiya li Hewlêr bi bîr anî û got; “Ev 21 sal in ku daxwazên me yên derbarê hevalên me de bê bersiv mane. Saziyên hikûmetê nikarin ti bersivê bidin û ev desthilat jî di xizmeta hêzên dagirkeran de ye.” 21 sal di ser komkujiya li Hewlêrê re derbas bûn. 16’ê Gulana 1997’an di encama lihevkirina di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de, bi qasî sed birîndarên PKK li nexweşxaneyên Hewlêrê dihatin dermankirin. Lê belê ev gerîlayên birîndar, ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. PDK`ê ya ku derbarê vê komkujiyê de ti carî daxuyaniyeke berfireh neda, cenaze jî nedan malbatên wan. Bi rasthatina vê rojê, Komîteya Malbatên Şehîdên PKK´ê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Hêzên PDK´ê komkujî kir Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê destpêkê şehîdên komkujiya Hewlêrê bi bîr anî û got; “Vê rojê, ji aliyê hêzên PDK´ê û bi taybetî berpirsyarên pêşmerge û hêzên taybet ve ku Cemal Mortke serpereştiya wan dikir li bajarê Hewlêrê komkujiyek çêbû. Vê hêzê êrişî navenda Heyva Sora Kurdistan, Çand û Hûnerê Mezopotamya, Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistan û Ciwanan kir. Di encama êrişê de komkujiyek pêk hat.” Qenebe li gorî qanûnan tevbigerin Komîteya Malbatên Şehîdan îşaret bi vê yekê kir ku hê jî çarenûsa 80’ê hevalên wan nediyar e û wiha pê de çû: “Malbatan li gorî qanûnê daxwaz ji saziyên mafê mirovan, serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistan û komîsyona mafê mirovan a Parlamentoyê kiriye, lê heta niha ti bersivek nedane malbatên wan. Ev 21 sal in ku bersivek ji aliyê saziyên Hikûmeta Herêmê ve nehatiye dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku ti hebûneke wan nîne û desthilata hizb di bin destê dagirkeran de ye.” Soz didin şehîdan Di dawiya daxuyaniya Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê de hat gotin; “Em wek Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê hemû hevalên xwe yên di vê komkujiyê de hatine wendakirin, bi bîr tinin û bejna xwe li ber wan ditewênin. Em vê kiryara nemirovane bi tundî şermezar dikin û soz didin şehîdan ku em ê li ser rêya wan bimeşin.” HEWLÊR Xulaseya komkujiyekê: Cenaze bi komî veşartin Di ser komkujiya Hewlêrê de 21 sal derbas bûn. Roja 16’ê Gulana 1997’an li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê li Hewlêrê komkujiyek pêkanî. Di encamê de gerîlayên birîndar jî di nav de bi qasî sed kesî şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan jî nedan malbatên wan. Tê gotin, ku beşek ji cenazeyên van şehîdan li kêleka Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin. Cenaze bi kamyonan anîn Pêşmergeyekî ku wê çaxê bûye şahidê komkujiya li Hewlêrê û naxwaze navê xwe eşkere bike, wiha behsa vê rojê dike: “Ez li wê herêmê erkdar bûm. Bi kamyonên sergirtî cenaze anîn. Me jî weke komek pêşmerge ewlekarî misoger dikir. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan û li tejikan pêçanbûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyan, yek bi yek avêtin çalê û binax kirin. Di dema veşartinê de em ji herêmê dûr xistin. Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin, yên li vir hatine veşartin PKK’yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha ser rêya Dihokê li kêleka nêrîngeha kontrolê ya balafirgehê ye.”