Metzger got, “Tirkiye piştî 15’ê Tîrmehê bi rejîmeke ji şexsekî tê birêvebirin. Lazim e derhal bikevin nava tevgerê.” Golgelî jî got, “Divê Yekîtiya Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe bi rengekî ‘ker, kor û lal’ tevnegere.”
Parlamenterên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) yên Kantona Baselê Ûrsûla Metzger û Edîbe Golgelî, polîtîkaya Serokkomarê Tirk Erdogan û êrîşên li dijî çapemeniya azad ji ANF’ê re nirxandin.
Metzger: Rewîma şexsekî ava bû
Metzger da xuyakirin, ku siyaseta piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê tê meşandin, gelekî giran bûye ku ji bo hêzên hikûmetê rexne dikin, nikare bê rakirin. Metzger da xuyakirin, ku helwesta Erdogan a beriya hewldana darbeyê jî ji helwesta heyî ne cudatir bû. Metzger diyar kir, piştî 15’ê Tîrmehê êrîşên derveyî qanûnî yên li dijî çapemenî, azadiya raman û xwepêşandanê zêde bûne û destnîşan kir, êrîşên li dijî çapemeniya Kurd fînala van zextên derveyî qanûnî ye.
Metzger anî ziman, pêkanînên hikûmeta Erdogan, qanûnên hiqûqa navneteweyî tine dihesibîne û got, “Nêzîkatî û siyaseta Erdogan, ti eleqeya xwe bi dewleteke xwedî mafên demokratîk ên bingehîn, nîne. Piştî Tîrmeha 2016’an li Tirkiyeyê rejîmeke ji yek navendê, rejîmeke şexsekî hat avakirin.”
Metzger bagn li Yekîtiya Ewropa (YE) û hikûmeta Swîsreyê kir, ku ji ber rewşa heyî ya li Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û lazim e ev hêz bi rengekî rexneyî nêzî Tiriyeyê bibin.
Metzger bal kişand ser sekinandina weşana Med Nûçe, ku şîrketa Fransayê ya bi navê Eutelsatê li ser daxwaza dewleta Tirk kir û got, mafê ti kesî nîne ku li ser daxwaza Tirkiyeyê yan jî dewleteke din dest li azadiya çapemeniyê werde û Eutelsat rexne kir. Metzger got, “Li dijî êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî çapemeniyê tê kirin, lazim e helwesta me piştgiriya ji bo van saziyan be. Lewma em neçarin dilsoziya xwe ya bi mafên destûar bingehîn re nîşan bidin.”
Golgeli: Her kesê mûxalîf hedef e
Parlamentera Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Edîbe Golgelî jî da xuyakirin, ku polîtîkaya piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hat meşandin, armanca bingehîn a hikûmeta AKP’ê raxist pêş çavan û bibîr xist, her kesên mûxalefetê ji AKP’ê re bike, gefa êrîşê li ser wan heye. Golgelî diyar kir, AKP qîma xwe bi girtina mûxalîfan naniye û bi rengekî nehiqûqî dengê çapemeniya mûxalîf biriye û got, “Tevî çapemeniya azad, dengê çapemeniya alternatîf jî dibire. Li dijî vê rewşê, Ewropa bi erka xwe ranabe.”
‘Lazime Ewropa kerr, kor û lan nemîne‘
Golgelî bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku êdî bi erka xwe rabe û got, “Di serî de Elmanya, welatên din ên Ewropayê li pêşberî van bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi rengekî ker, kor û lal tevdigerin. Welatên Ewropa û NATO’yê ji bo berjewendiyên xwe, li pêşberî wealtekî ku demokrasî û mafên bingehîn ên mirovan lê tine tên hesibandin, bêdeng dimînin. Tevî van hêzan, divê hikûmeta Swêdê jî bikeve nava tevgerê.”
‘Tekparêzî aştiyê asteng dike’
Golgelî anî ziman, feraseta tekparêz a hikûmetê li pêşiya aştiyê asteng e û wiha dewam kir: “Heta ku Tirkiyke di polîtîkaya tekparêz de israr bike, nepêkan e xwe bigihîne aştiyê. Lazim e Tirkiye li pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re vegere. Eger nikaribe vê bi tena serê xwe bike, divê hêzên navneteweyî, Ewropa û Swîsre piştgiriyê bide Tirkiye li pêvajoya aştiyê vegere.”
SERKAN DEMÎREL / ANF / BASEL