Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li ser êrişa dewleta Îranê ya li ser Koyê daxuyanî weşand û got, “Bêdengiya aliyên siyasî û rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê derî ji bo dagirkeriya Îranê zêdetir vekir.”
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa di 8’ê Îlonê li dijî baregehên HDK û PDK-δyê û kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Koye ya parêzgeha Hewlêr şermezar kir.
Dagirker ji vê sûd digirin
Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qeyranên li Başûrê Kurdistanê û got, “Halî hazir Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta berjewendîperest a desthilatan ketiye nav qeyran û pirsgirêkên kûr. Dewletên dagirker vê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dewletên dagirker ji parçebûn û dûrketina ji hev a hêzên siyasî sûdê werdigirin. Siyaseta van a durû civakê bêhêvî dike. Her wiha şert û mercên ji bo destwerdana ewlehî û eskerî ya dagirkeran hêsan kirine.”
Derî ji bo dagirkeriya Îranê zêdetir vekir
Her wiha Tevger Azadî îşaret bi êrişên berê yên dewleta Tirk kir û bi vî rengî pê de çû: “Bêdengiya aliyên siyasî û rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî destwerdan û bombebarana dewleta Tirk û komkujiya Şengalê ya 15’ê Tebaxê ku Fermandarê parêzvanê Êzîdiyan Heval Zekî Şengalî şehîd bû, derî ji bo dagirkeriya Îranê zêdetir vekir. Heta ku rejîma Îranê komkujiyeke hovane ya li hemberî hêzên şoreşger pêk anî.”
Kongreya neteweyî bersiva herî baş e
Tevgera Azadî sersaxî ji bo malbat, heval şehîd û tevahiya gelê Kurd xwest û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin kêliyekê beriya kêliyekê hemû hêz û aliyên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî gavê bavêjin. Bersiva herî baş ji bo dagirkeran ev e. Ev her wiha dilxweşiya ji bo birîndar, gel û ruhê şehîdane.”
SILÊMANÎ