ZOSIK BALEK / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Fêlaw gerikek balkêş e, û dikeve herêma çiyayî Balekayetî. Xwedî dîmenekî xweşik û bêhempa ye. Di ava golê ya zelal de dîmenê asman û çiyayên serê wan bi berf xuya dikin.
Gola Fêlaw 6 kîlometreyan ji navçeya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê dûr e. Dikeve qûntara çiyayê Sêkêl û herêma gundê Bindayzane.
Ji ber bedewiya xwezaya cih û golê bêyî cudahiya demsalên salê, timî geştyar bi armanca derbaskirina demek xweş û tomarkirina wêneyan serdan dikin.