Behîvên ku li bazar û li ser tabeleyan tên firotin ji aliyê welatiyên Êlihê ve bi keyfxweşiyeke mezin tê pêşwazî kirin. Behîvên ku di nav de vîtamîna E jî heyî û ji nexweşiya dil re ji baş e ji aliyê welatiyan ve gelek tê tercihkirin û standin. Behîv li gelek gundên Êlih û bajarên dorhêl yên weke Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Mêrdîn û Amed ji aliyê gundiyan ve tên komkirin û firotin.

Welatiyê bi navê Mihyedîn Kaya  anî ziman ku ji ber xwarina behîvan di nav çanda kurd de heye û hema bêje li hemû sûkên bajarên Kurdistanê tên firotin. 
Esnafê bi navê Hasan Yogurtcu jî destnîşan kir ku ew her sal di maha ewîl a biharê de tenê behîvan difiroş e û wiha got: “Ji ber zeviyên me li gundan tune ye, em behîvan ji welatiyên gundan bi awayek komî digrin û li ser tezgahên xwe li tax û kolanan difiroşin. Ji ber tama behîvan xweş e welatî gelek distînin. Ev yek ji me gelek keyfxweş dike. 


 DÎHA/ÊLÎH