
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 55`an de didome. Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê de, xetên çeteyên DAIŞ`ê hatin şikandin û gelek noqte û avahî ji taxê hatin rizgarkirin. Li ser vê yekê, gelek sivîlan berê xwe dan cihên rizgarî. Tîma taybet ên QSD`ê ku ji 12 şervanan pêk dihat, çû pêşwaziya gel da ku wan ji herêmên şer dûr bixin û zarok rakirin, da ku bi lezgîn wan bibin cihên bi ewle. Çeteyên DAIŞ`ê ku her tim sivîlan dike hedefa xwe, bi erebeyeke bomebarkirî êrîşî sivîlan û şervanên QSD`ê kirin. Her wiha çeteyan gelek mayîn jî teqandin. Di encamê de, 2 şervanên ku zarok rakirinbûn şehîd bûn û 4 zarokan jiyana xwe ji dest da. Her wiha 8 şervanên din û 7 sivîl di nav wan de rewşa hînekan xerab e, birîndar bûn .
Di şerê li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûrê Reqayê de, şeravnên QSD`ê hewl didin birîndar û zarokên jiyana xwe ji dest dane, ji qada şer derxin.
Şervan derbasî taxeke din bûn
Pêşveçûnên şervanên QSD`ê di bajarê Reqayê de dewam dikin. Şervan doh di saetên sibehê de derbasî taxa Nehda bûn û gelek noqteyên stratejîk rizgar, kirin. Di encama şerê li taxê de 8 çete hatin kuştin û 3 çete bi saxî hatin girtin.
Her wiha li taxa Nezlit Şehade ya aliyê başûrê Reqayê jî li derdora dibistana Tariq şer derket. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî hat rûxandin û hejmarek cebilxane ket destê şervanan.
Li taxa Rewda jî şervan çend kolanan bi pêşve çûn. Li vê taxê jî 2 çete hatin kuştin û 2 bi saxî hatin girtin.
Bi vî awayî li 7 taxên bajarê Reqayê (Taxa Rewda, Reqa Kevin, Hişam bin Ebdulmelik, Nezlit Şehade, Diriyê, Nehda, Berîd ), pêşveçûyîna şervanên QSD`ê didome.
16 çeteyên din jî hatin kuştin
Li derdora Dibistana Sadiq, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şer qewimî, 16 çete hatin kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
Li vê taxê çeteyan êrîşî noqteyên şervanên QSD′ê dikirin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin, cenazeyên wan tevî cebilxaneyê ketin destê şervanan. Her wiha 2 erebeyên çeteyan ên doçka li ser barkirî jî hatin rûxandin.
Li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajar jî, 2 sekvanên çeteyan di avahiyên bilind de hatin kuştin. Li taxa Rewda jî 2 çete hatin kuştin. Her wiha tîmên rakirina mayînan ên QSD′ê li 3 taxên bajar hejmarek mayîn û ji bo rizgarkirina sivîlan, korîdorên bi ewle vekirin.
REQA