Bêhn li dijmin çikandin
HPG’ê nasnameya şehîdên Cenga Heftanînê eşkere kir û diyar kir, ”Hevrêyên me Nûcan, Memyan, Amara û Zerya li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê, bûn mînakek ji sekna milîtaniyê, derbên giran li dagirkeran dan û bêhn li wan çikandin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de li ser nasnameya şehîdan agahî hat dayîn û hat gotin;
Zarîfe Kiran bi nasnav Nûcan Serdoz a li Mêrdînê ji dayik bûye, Mizgîn Tagay bi nasnav Amara Roj a li Mûşê ji dayik bûye, Abdullah Dundar bi nasnav Memyan Koşer ê li Sêrtê ji dayik bûye û Derya Çavuşoglu bi nasnav Zerya Mahîr a li Mûşê ji dayik bûye, 19ʼê Hezîrana 2020an li Heftenînê bi qehremanî şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku gerîllayan heta fîşeka dawî şer kirine û xaka pîroz a Kurdistanê parastine; Gerîlayên Modernîteya Demokratîk temînata Kurdistana Azad in. Hêzeke fedayî ye ku ji bo her bihosta xaka Kurdistanê berdêl dane, xwîn rijandine û bêyî dudilî bibin canê xwe feda kirine. ANF/BEHDÎNAN