Li ser Daîș, selefî û hêzên li paș perdê bê hêjmar nivîs hatin nivisandin. Hima bigire her kes serwext bûye ku gelek hêzên cihanî û dagirkerên wek Tirkiye û Saudî bi polîtîkayên xwe ve ev hovên reșên qetran xistina pêsîra me kurdan û gelên Rojhilata Navîn. Bi gelek belgeyan hatiye zelalkirin ku di hedefa wan de tevgera kurd û hemû șaneyên zindî yên Rojhilata Navîn hene. Xwerû jî serkariya AKPê bi armancê emperyal Daîșiya û komên geniyên din bikartîne.
Çima kurd û Kurdistan
1 - Kurdistan di warê jeostratejîyê û gelê xwe ve kilîta Rojhoilata Navîn û vebûna cihanê ye. Eger îslam ji vir 1400 sal berê li Kurdistanê biserneketa, nedibû dîneke cihanî. Kurdan li Milazgirê alîkariya tirkan nekira, rêya Kurdistanê venekirana, tirk nedikanîn bikevin Anatolyayê. Heke kurd û Kurdistan nehatana lîstikê û alîkariya tevgera kemalîst nekira, Komara Tirkiyê nedihat damezrandin. Dibû ku niha li Anatolyayê çend dewletên piçûk hebana. Di vî șerê li dij Daîșê de jî kurd û Kurdistan dîsa kilît in. Kurdan bi qehremaniya xwe xwerû li Rojava pêșî li kareseteke cihanî girt. Bi gotineke kurt hetanê alîkariya kurdan neyê girtin li Rojhilata Navîn tu guhertin û serdestî pêknayê.
2 - Dewleta tirk hêza kurdan, birekxistina kurdan ya di rêveberiya Tevgera Azadî de baș dizane. Lê ew ji azmûnên xwe yên dîrokî jî dizane ku tamareke kurdan ya islam, melûl û xayîn jî heye. Wî di dîrokê de gelek caran ev tamar bikaraniye. Mînak: Wan berxwedana eșîrên kurdan û rola Îdrîsî Betlîsî dîtin û di bîra xwe de dan rûniştin. Wan Bedirxan Beg li dij Seid Begê, Yêzdan Șêr jî li dij Bedirxan bikaranî (hersê jî xizmên hev bûn). Di serhildana Șêyx Seid de gelek șêyx û begên îxanetkirî kirin xizmeta bêbextiya xwe. Li Dêsimê Rayber bikaranî. Niha jî li gel azmûnên xwe yên dîrokî, bi gelek azînan hewl dide ku hin der û doran bi awa awayî bikarbîne. Ji bo vê ji Swêdê nexweşê 74 salî anî, kesên din ên pênc qurişan nakin jî anî, dema pêdivî bi wan dibîne, pîlên nû dixe wan û wan derdixin pêşberen ekranan.
Hemû dek û dolabên wan li Rojava têk çûn, hewldanên dibe ku ez bikanim bi lîstika aşitiyê Tevgera Azadî têk bibim jî, di qirika wan de ma. Bi vir û manîpulasyonên çapemeniyê jî bêgav man. Bi azînên DYA yê li ser hev çiya û banî bombebarankir, tu sûdek neda wan.
Niha gurê gurî bêhna mij û moranê girtiye, aliyê lewaz yê hêzên başûr dizane, xewna 1992 dibîne, lema dîsa berê xwe daye başûr. Dixwaze berê şer bide wir. Ku bikane firsendekê têke destê xwe, wê bi alîkariya Daîş çeteyên din û leşkerên xwe êrişê Rojava bikin. Ew nebû jî hewl bide daku bikane serhildanên Bakur bifetisîne. Lema li Başûr kete nava tevgerê.
3 - Mixabin ku hin hêzên Başûr pir teng û kêmfirsend difikirin, xwerû jî PDK. Nikanin giyana demê bixwînin. Berjewendiyên malbatî û hizbî derdixin pêş rastiyan. Hêviya wan bi hêz û bîrdoza wan nine. Mîna ku ketibin avê û li mar piçikî bin!. Dibe tewanên wan jî, vê bi wan bide kirin. Wer xuyaye ew û serkariya RTE bi navîkê ve bi hev ve girêdayîne. Lema bi hev re xwekuştina xwe amade dikin.
Tevgera Azadî xwe bi rastiya xwe bi cihanê daye pejirandin. Wê cihan pêl bi pêl wê binase. Wê di encamê de selameta mirovahiyê di serkeftina Tevgera Azadî de bibînin. Lewre tevliheviya Rojhilata Navîn ewlehiya tevan tehdît dike. Tenê welatek û xeteke bi bawer li Rojhilata navîn maye, ew jî xeta Tevgera Azadî û Kurdistana wê derkeve ser dika cihanê ye. Wê ev mij û moran vê carê nebe rêbaya nêçîra guran. Wê gur di nava vê mij û moranê de bifetisin.