MEHMET ZAHÎT EKINCÎ/HAMBURG
Şanoya Mut li Hamburgê yekane Şanoya ku ji bo penaberan şanoyê dike. Li ser vexwendina Şanoya Bajêr a Chicagoyê 10 xwendekarên wê di çarçoveya pevguherîneke de xwendekaran de berê xwe dan Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Derhênerê Giştî yê Hunerî yê Şanoya Mutê, Mahmut Canbay di ber pêkhatina projeyê de xwe gelekî westand. Di çarçoveya projeyê de xwendekarên li Hamburg û Chicagoyê, ji bo hevdu çêtir nas bikin wê biçin serdana hev. Yek ji armancan jî ew e ku di xebatên hevpar de bi hev re kar bikin.
Şanoya pirrziman û pirrçand
Canbay der barê projeyê de dibêje, "Şanoya Mutê hem pirrzimanîbûnê û hem jî pirrçandîbûnê dike esas. Şanoya Mutê li Hamburgê yekemîn şano ye ku ji bo koçberan xebatên hunerî dike û yekane ye jî. Me jî, ji bo ku behremendiya şano û dansê bidin ciwanan û bikin ku baweriya wan bi wan xurt bibe, projeyek pêşniyaz kir li Saziya Çandê ya Hamburgê. Wan jî ev proje ji bo bipêşketina ciwanan erênî dît û me tavilê dest bi amadekariyan kir. Me xwe gihand malbatan û wan jî helwêsteke erênî nîşan da. Di çarçoveya vê projeyê de pênc jê keç û pênc jî kur, 10 ciwanên me yên behremend wê biçin bajarê DYE´yî Chicagoyê."
Ji Chicagoyê serdana Hamburgê
Mahmut Canbay bi bîr dixe ku ev proje wê bike ku ciwanên li Chicago û Hamburgê yên şanoger hevdu nas bikin û di projeyên hevpar de jî wê cih bigirin. Yek ji projeyên pêşî yên hevpar wê bibe pêşandana lîstikeke şanoyê ya herdu komên ciwanan e. Di çarçoveya projeyê de beşên ku wê ciwan li ser wan perwerde bibin û bibin xwedî tecrûbe jî gelek in: Kostum, muzîk, aktorî, drama û kareografî.
Piştî deh rojên li Hamburgê, koma ciwanan ji deh kesan ku ji Kurd û Elmanan tê pê, 30 Tîrmehê vedigere Hamburgê û wê xwe amade bike ku li Hamburgê 10 ciwanên şanoger ên ji Chicagoyê li Hamburgê bike mêvan.