Nivîskarê Awusturalyayî Arnold Zable bi sernavê Behrûz bînin mala wî Awusturalyayê: Ew yek ji me ye nivîsî û di çapemeniya neteweyî ya Awusturalyayê de ev nivîs hat weşandin. Bi vê yekê Arnold Zable ji rayedaran xwest ku Behrûz Bûçanî bînin Awusturalyayê ku niha li girava Manus girtî ye li wargeheke ji bo penaberan de.

Behrouz Boochani (Behrûz Bûçanî) li Manusê pirtûka bi navê No Friend But the Mountains (Ji bilî çiyayan ti dost nînin) nivîsîbû û bi vê pirtûkê jî li Awusturalyayê hêjayî xelatên wêjeyê hatibû dîtin. Di vê pirtûkê de ew behsa jiyana li wargeha Manus ku êdî weke wargeha mirinê jî tê binavkirin, dike.

Arnold Zable nivîskarekî ji Melbourneê ye û Behrûzî ji 2014´an ve nas dike. Ev kampanyaya ji bo Behrûz tê kordînekirin ji aliyê MEAA û li ser twitter jî bi hashtaga #FreeBehrouz mirov dikare bişopîne.

 

MELBOURNE