Li bazara Qeyserî ya Kerkûkê zêdeyî 300 dikanî şewitîn. Dikandaran got, ji ber temasa ceryanê şewatê dest pê kiriye.
Li bazara Qeyserî ya Kerkûkê şevê din di saet 23.30’an de vê şewatê dest pê kir. Di encamê de zêdeyî 300 dikanî şewitîn. Gelek ziyana madî gihişt esnafan. Tîmên agirkujiyê heta sibehê bi vemirandina agir ve mijûl bûn. Lê, ji ber ku kuçeyên bazarê teng bûn, nedikarin agir di demeke kurt de kontrol bikin.
Dikandar, Şiwan Semed li ser mijarê got, “Hemû dikan û eşyayên li bazara Qeyserî ya Kerkûkê şewitîn. Dikana min a zêran heye. Min nekarî tiştekê ji dikanê derxim.”
Waliyê bi wekalet ê Kerkûkê, Rakan Ciburî, sibehê serdana bazarê kir û got; “Em ê komîteyeke lêkolînê ava bikin. Em ê sedem û ziyana çêbûye eşkere bikin.”
Bazara Qeyserî ya Kerkûkê li bazara sereke ya Kerkûkê ye. Yek ji bazarên kevin ên Kerkûkê ye. Ji berî 200 salan hatiye avakirin û 360 dikan lê hene. 12 kolanên wê bi armanca nîşandana 12 mehên salê hene. Ji 7 deriyan pêk tê. Ev jî rojên hefteyê nîşan dide. Ev bazar ji 4 taqan pêt tê, ev jî herçar demsalan nîşan dide.
ROJNEWS / KERKÛK