Bêjinga dîrokê û hunera sexte

  • Ji ber ku mirov bi aqil û hişmendiya 'xwebûn'ê ji xwezayê cuda dibe, cihê reaksiyonên tesadufî di mîrasa mirovahiyê ango di şaristaniyê de tune. Divê her gavên civakî, polîtîk, çandî û hwd. ku tên avêtin ji bêjinga diyalektîkê derbas bibin û werin sazkirin.
Wêne: Max Beckmann,1948

MIHEME PORGEBOL

 

Huner û polîtîka du beşên kevnar yên felsefeyê ne. Herdu jî bi jiyanê û livên lêgerîn û sazkirina jiyanê ve girêdayî ne. Diviyatiya xweîfadekirina homo sapiens, bi ziman re bingeha hunerê datîne. Dîsa nihiçkên seretayî yên homo sapiens (yên mîna têrbûn, ewlehî, seks û hwd.) polîtîkayê afirandin da ku homo sapiens karibe erka sazkirina jiyana xwe bigre destê xwe.
Şaristanî bi felsefeyê ava dibe. Dibe ku mirovahî ji pirsên mîna "Ez çi me?", "Firqa min û xwezayê ji hev çi ye?", "Têrbûn û birçîbûn çi ne?" derbasbûbe lê pirsên mîna van pirsên seretayî, bingehê felsefeyê û afirandina şaristaniyê pêkan dike. Felsefeya şaristaniyê li ser du xalan ava dibe: Şênberî û razberî. Dijberiya van xalan xwe di hemû beşên jiyanê de jî nîşan dide. Em ji vê dijberiya (ku bêyî wê tu tişt nikare bê fikirandin û afirandin) di nava jiyanê de ye re dibêjin diyalektîk û şaristanî jî bi diyalektîkê pêkan e.

Felsefe dipirse

Dahûrandina têkiliya di nav felsefe û diyalektîkê de tewqtewqî ye. Felsefe xwe bi diyalektîkê ava dike, diyalektîk jî xwe bi felsefeyê. Felsefe, diyalektîkê digre nav xwe lê ji aliyekî din binêrî diyalektîk jî felsefeyê digre nav xwe. Ev prensîp di bingeha hemû dîsiplînan de jî heye. Lewra her disîplîn xizmeta şaristaniyê dike û divê jê be jî. Heta mirov dikare bêje ku hemû fikrandin û tevgerînên mirovahiyê di xizmeta şaristaniyê de ne. Felsefe dipirse, sapiens dike.
Ji aliyê din ve jî; ji ber ku mirov bi aqil û hişmendiya 'xwebûn'ê ji xwezayê cuda dibe, cihê reaksiyonên tesadufî di mîrasa mirovahiyê ango di şaristaniyê de tune. Divê her gavên civakî, polîtîk, çandî û hwd. ku tên avêtin ji bêjinga diyalektîkê derbas bibin û werin sazkirin. Ev ast asta peresîna dîrokê ye. Yanê di her gavî de mekanîzmaya bêjandinê dikeve dewreyê. Fikir, teknîk û livên ku li ser bêjingê dimînin xizmeta xwe ya di bin siya şaristaniyê de didomînin, yên din jî dibin dîrok û tên jibîrkirin. Ev prensîp teqabulî peresîna dîrokê dike. Piştî ku ev ast temam bû, êdî felsefe dikare bikeve dewreyê da ku pêşiya îhtimala bêşansiyên di nav tesadufan de bibirre. Bi vî awayî jî kontrola şaristaniyê digire destê xwe. Siyaset, çand û dînamîkên civakê yên din bi vî awayî têne sazkirin. Herakleitosê Yewnan, Ying Yang a bingeha felsefeya Çînê, Qurana dînê îslamê û hwd. xwe bi vê mekanîzmayê didin şixulandin. Xweîfadekirina wan jî bi vê diyalektîkê ye. Ew birêxistina tevgerên mirovahiyê, bi amûrên ku li ser bêjingê mane dikin.

Polîtîka û huner beşên felsefeyê ne

Têkiliya ku huner û polîtîka bi civakê ra datînin jî wisa ye. Huner û polîtîka du beşên girîng yên felsefeyê ne. Armancên huner û polîtîkayê ji bo li ser xwe mayîna şaristaniyê xizmeta felsefeyê dikin û yek in: Sazkirina hêst, liv û tevgerên homo sapiens. Ev herdu dîsiplîn deng li mirov û civakê dikin. Bi heman şêwazê em dikarin bêjin huner û polîtîka jî bi hev ve girêdayîne û nikarin ji hev biqetin. Lewma feylesofên kevnar bi giştî li ser van herdu dîsiplînan hûrbûne.
Ji bo têkiliya huner û polîtîkayê baş were fêmkirin divê mirov prensîbên van herdu disîplînan yên wekhev bizanibe. Wekheviyên di nav huner û polîtîkayê de dikarin bi rêya dîrok û etimolojiyê bêne aşkerekirin. Wekî tê zanîn Arîstoyê Yewnan di felsefeya xwe de pirî cara ji bo sazkirina civakê qala rola hunerê dike. Tragedyayên hemdemê xwe di vê çarçoveyê de dinirxîne û li gorî wî divê huner di xizmeta armanca sazkirina civakê de rol bigre. Rolê hunerê jî ajkirin û kedîkirina civakê ye. Dîsa li gorî felsefeya wî divê polîtîka jî rêvebiriya civakê bike. Yanî huner jî polîtîka jî ji bo heman armancê hene. Ew armanc jî pîrozkirin û mezinkirina dewletê ye. Di vir de tişta ku Arîsto jê ra dibêje 'dewlet' li gorî çaxê xwe tê maneya şaristaniyê. Lewra beriya 2300 salan dewlet û şaristanî weke heman tiştî dihate qebûlkirin. Li gorî Arîsto ku dewlet tunebûna dê mirov hov û har bimana. Bi saya dewletê mirov ji ajalan cuda dibe. Arîsto dewletê weke tezahura rêveberê pîroz dibîne. Yanî em dikarin bêjin li gorî wî dewlet prototîpa Welatê Xwedayan (an bi wateya xwe ya din ya ku hemdemê wî Platon binav dike Civaka Îdeayan) e. Divê ev prototîp baş were nîşandan da ku civak li gorî îdeayan tevbigere. Ev ramanek têkiliya huner û polîtîkayê ya di nav civakê de ye û xwe bi rêya kumûlasyona dîroka civakê nîşanî me dide ye.

Ji bo civakê ne

Bi rêya etîmolojiyê jî em dikarin girêdana polîtîkayê bi hunerê ra bibînin. Peyva "polîtîka" di zimanê Yewnana Kevnar de ji peyva "polîs" (bajar, cihê ku civak lê dijî) tê. Wateya "polîtîka"yê sazkirin û rêvebirina mijarên ku civakê eleqedar dikin e. Di vir de êdî em dikarin li raman û şîroveyên nûjentir yên derbarê hunerê de binêrin. Li gorî teorîsyenê hunerê Ernst Fischer ji bo huner ava bibe divê xwe li ser çar xalan bihûne. Xala yekem û girîngtirîn jiyar, yanî tecrubeya jiyanê ye. Xalên din jî bîr, vegotin û form in. Lê ku jiyar nîn be huner ne pêkan e. Ji ber ku xewn, xeyal, fikir, şîrove, û hwd. girêdayî jiyanê ne. Di jiyanê de biwate dibin û di jiyanê de şiklên xwe yên dawî dibînin. Weke mînak: Di sedsala 15. de kesî di xewna xwe da balefir nedidîtin. Piştî ku îcadkirin û hebûna balefiran ji aliyê mirovan ve hate tecrubekirin, êdî balefir dikaribûn bêne xewna mirovan. Di vir de tiştê girîng ew e ku xewnên me bêyî îradeya me pêk tên. Yanî ku em nexwazin jî ji ber ku hebûna wan hatiye tecrubekirin êdî tehayula balefiran jî pêkan e. Jiyar di vir de ne dîtin an jî şixulandina balefiran e. Jiyar qebûlkirina hebûna balefiran e. Tewqtewqî di vir de dest pê dike. Balefir di jiyarê de, jiyar di jiyanê de ye. Ev jiyar di halê xwe yê xwerû de ye. Êdî herkes û her dîsiplîn dikare vê jiyarê li gorî xwe bihûne. Divê hunermend jî vê yekê bi awayekî estetîk bihûnin. Di bimînakkirina bêjingê de: Tecrubeya hebûna balefiran êdî li ser bêjingê ye û dikare ji bo sazkirina fikir, raman û tevgerên mirovan (û yên civakê) bêne sazkirin were şixulandin. Lewma êdî balefir parçeyek şaristaniyê ye.
Êdî em jî dikarin qala têkiliya huner û polîtîkayê bikin. Ger hunermend vê jiyarê li gorî bîrdozîya (îdeolojî) xwe ya polîtîk bihûne ew berhema ku ji aliyê hunermend ve hatiye afirandin dibe polîtîk jî. Ji ber ku bîrdozî hunerê jî, polîtîkayê jî, çandê jî digire nava xwe.

Berhem li gorî armancê ye

Divê hunermend berhemên xwe li gorî esl û esasên jiyana ku dixeyile biafirîne û bingeha berhema xwe jî ji her aliyî ve li gorî vê xeyalê biavêje. Divê ev berhem bi aliyên teknîkî, hêstiyarî, ramanî û îdeolojîk ve lihevkirî be. Berhemek hunermendeke marksîst ku bi pîvanên kapîtalîzmê were afirandin encax kare bibe kitsch. Ango weke di vê pêşgotinê de tê gotin: Bi kerê xelqê dernakevî rê.
Di dawiyê de em dikarin bêjin: Herkes xwedî baweriyek polîtîk û îdeolojiyek e. Ev bîrdozî her tişt jî dibe: Marksîzm, lîberalîzm, kapîtalîzm, oldarî û hwd. Gava hunermendek marksîst berhemekê biafirîne divê ew berhem bi her awayî lihevkiriyê bîrdoziya afirînerê xwe be. Hunermendek ku jiyanek anarşîst tehayul dike nikare bi teknîkên klasîk biafirîne. Îlle ku bixwaze, encax dikare teknîkên klasîk xerakirî bikarbîne. Ji bilî vê lihevkirina estetîk û bîrdoziya berhemê pûç dibe û ew berhem nagihîje armanca xwe. Lewma berhem fikrê derbarê jiyanê de yê hunermend dide der. Ger berhemek ne li gorî armanca bîrdoziya hunermend hatibe lêkirin (ev îlle xwe dide dest) û ku ew hunermend hê jî li berhema xwe xwedî derkeve an ew berhem sexte ye an jî hunermend sextekar e.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.