Şehîd û xwediyê gotinên “Dema ku şaxa 4’an a PDK’ê, malbenda YNK’ê, baregeha Sosyalîstan a Silêmaniyê hatin valakirin ku malê giştî ne, em ê jî xaniyên xwe bi tiştan ve radest bikin” li Kelarê hat bibîranîn.
Li Çayxaneya Mîllet a li navçeya Kelar a Germiyanê, Helbestvan Bekir Elî yê ku hatî qetilkirin bi diruşmeya’Heqbêj namirin’ hate bibîranîn. Di bibîranê de helbestên wî hatin xwendin û behsa jiyana wî hat kirin.
Li Çayxaneya Mîllet a Çandî ya Kelarê pêr bi şev, şair Bekir Elî di salvegera 25´an a qetilkirina xwe de bi diruşmeya ‘Heqbêj namirin’ hat bibîranîn.
Di bibîranînê de sînevîzyona derbarê jiyan û têkoşîna Bekir Elî de hate nîşandan.
Piştre, Mirad Saleh peyama komîteya amadekar a bibîranînê xwend û got, “Bi salan e, ev desthilat dixwaze qetilkirina Bekir Elî weke bûyereke şexsî nîşan bide û ji xebata çînayetî ya xelkê Kurdistanê qut bike. Bekir Elî bi şoreşgerane karî weke yek ji diyartirîn rêberên tevgera cemawirî derbikeve holê. Dibe beşek ji dîroka xebat û têkoşîna xelkê karker û çewisandî.“
Çalakvanekî mafê karkeran bû
Di berdewama bîranînê de şair Mirad Salih, Serdar Nurî û Hewkar Nesir ji helbestên Bekir Elî xwendin.
Bekir Elî sala1968’an ji dayik bûye. Ji derveyî helbestkariyê, çend berhemên wî yên din jî hene. Herwiha çalakvanekî karkeran bû. Weke hezaran kesên li Taxa Hamiye ya Silêmaniyê niştecih bûbû. Ev dever, cihê Parka Azadî ya niha bû. Piştî raperînê rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê çend caran daxwaz kir ku wê taxê vala bike.
Bekir Elî pêşengê xelkê bû
Rayedarên hikûmetê ji xelkê deverê re digot, ew der milkê giştî ye. Lê, niştecihên taxê ji ber bêderfetiyan tax vala nedikirin û çend çalakî lidarxistin ku Bekir Elî ji pirraniya çalakiyan re pêşengî dikir.
Di Cejna Karkeran a 1’ê Gulana 1994’an de û ji berî 4 mehên qetilkirina xwe, Bekir Elî ji rêveberiya Herêma Kurdistanê re got; “Dema ku şaxa 4’an a PDK’ê, malbenda YNK’ê, baregeha Sosyalîstan a Silêmaniyê hatin valakirin ku malê giştî ne, em ê jî xaniyên xwe bi tiştan ve radest bikin ku neçar in bijîn. Ji ber ku me cihê jiyanê nîne.”
Li Silêmaniyê di çalakiya di 1’ê Îlona 1994’an de Bekir Elî ji aliyê hêzên ewlehiya ya ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat gulebarankirin û wî di encamê de jiyana xwe ji dest dide.
Li gorî çavdêr û rojnamevanan, waliyê wê demê yê Silêmaniyê fermana qetilkirina helbestvan Bekir Elî dabû hêzên ewlehiyê. Lê, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiya desthilatdara Silêmaniyê (YNK) li ser mijarê tiştek negotiye. Lê, bi awayekî nerasterast eşkere kirine ku bûyereke şexsî bû û ne siyasî û bizanebûn bû.