Şandeyek ji şêniyên bajarokê El-Mensûra serdana konê çalakiyê yê li Tebqayê kir ku ji aliyê Rêveberiya Jinan ve bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê hatiye vedan.

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li qada Miraab a Tebqayê konê çalakiyê veda.

Şandeyeke mezin ji şêniyên Tebqa, endamên Mala Gel a bajarokê El-Mensûra serdana konê çalakiyê kir.

Di dema serdanê de belgefilmek li ser rola jinan hate nîşandan. Her wiha hevseroka Mala Gel a El-Mensûra, Delal Îbo li vir axivî û got, ew bi berxwedana jinên çalakger serbilind in.

Delal teqez kir ku hemû pêkhateyên herêmê dilsozê şoreşa jinan in û ew ê heta dawiyê bi şervanên QSD`ê re li dijî hemû êrişên li beramberî aramiya herêmê bisekinin.

 

ANHA / TEBQA