Saziyên Argeha Mexmûrê ji parlamenên Iraq, Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyê xwest ji bo bidawîkirina ambargoyê û êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabin. Geriyana balefirên keşfê jî doh li ser wargehê dewam kir.

Rêveberiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur), li hemberî ambargo û dorgirtina li wargehê ku ev 17 roj in dewam dike, bi daxwaznameyekê miracaetî parlamentoyên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Pêr êvarê jî Meclîsa

Gel a Demokratîk a Mexmûrê bang li Neteweyên Yekbûyî û Iraqê kiribû ku ji bo dawîanîna li dorgirtinê li wargehê bi erka xwe rabin.

Piştî ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê berpirsekî MÎT’a Tirk hat kuştin, rêya Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Hewlêrê jî hat girtin. Ji ber girtina rê bi destê asayîşa PDK’ê ji 18’ê Tîrmehê ve gelê wargehê nikare pêdiviyên xwê yên jiyanî, tenduristî û wekî din pêk bîne. Her wiha gelek kesên li Hewlêrê kar dikin jî, nikarin biçin ser karê xwe.

Li ser astengiyan rêveberiya wargehê ket nav hewldanan da ku rê bê vekirin û xwest bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan bike. Lê hemû hewldanên wan bê encam man û nekarîn xwe bigihînin rayedaran.

Herî dawiyê li nava wargehê şandeyek hat avakirin da ku li ser ambargoyê bi rayedarên Hewlêrê û hikûmeta Herêmê re hevdîtinan bike, lê rê nedan şandeyê ku biçe Hewlêrê.

Li dijî ambargo û êrişan bibin xwedî helwêst

Li ser vê yekê şandeyê daxwazên xwe bi awayekî nivîskî ji parlamenên Iraq û Herêma Kurdistanê re şandin. Di daxwaznameyê de ji parlamenan tê xwestin ku li hemberî ambargo û bombebarana dewleta Tirk ên li dijî wargehê helwêstê nîşan bidin. Her wiha hat xwestin ku ev ambargo bê rakirin.

Daxwaznameya ku li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê hatiye amadekirin, bi rêya rewşenbîrên ku dijî dagirkeriyê kampanya dabû destpêkirin, radestî herdu parlamentoyan hat kirin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak têkildarî mijarê zanyarî dan û xwest ku astengiyên li pêşiya wargehê bên rakirin.

Heta niha bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn û rêyên wargehê jî hîna girtî ne.

Mexmûrê ji NY´yê xwest dawî li êrişa bîne

Doh jî li ser wagehê gelek balefirên keşfê firiyan. Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ji ber ku deerman, xwarin û tiştên jiyanê jî kêm dibin bang li aliyên peywendîdar kir ku bi erka xwe rabin da ku dorgirtina li wargehê bi dawî bibe. Meclîsa Gel ji bo bidawîkirina êrişên hewayî jî banga lezgîn kir.

Meclîsê got, ti elaqeya şêniyê wargehê bi bûyera kuştina rêveberê MÎT´ê li restorana Hoqqabaz nîne û wiha dewam kir: “Zextên li ser kampê zêde dibin û gefeke mezin li ser kampê heye. Kesên li kampê, li ser wan îzolasyoneke mezin heye û hewl tê dayîn şêniyên kampê di rewşeke awarte de bijîn.

Heta ku Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van êrişên dewleta Tirk bêdeng bin, wê êrîş zêdetir bibin. Li gorî hiqûqa navneteweyî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê serweriya Iraqê bin pê dikin. Ev rewş li dijî feraseta Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku peywira xwe rabe û bila ji bo rakirina ambargoya li ser kampê têkeve nav hewldanan. Em bang li Tirkiyeyê jî dikin ku bila êrişî Kampa Mexmûrê neke. Hikûmeta Iraqê jî divê nerazîbûnê nîşanî vê êrişê bide.”

Doh jî ji serê sibê ve balafirên keşfê li ser Mexmûrê geriyan. Herwiha dem dem balafirên şer jî di ser wargehê re firiyan. Rojane herî kêm 2 balafirên keşfê li ser wargehê digerin. Nayê zanîn bêka ev balafir yên koalîsyona navneteweyî ne yan jî yên artêşa Tirk a dagirker in.

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk 18’ê Tîrmehê saet 00:10’an Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir û 2 şêniyên wargehê birîndar kiribûn.

 MEXMÛR