Hidenobu Matsuzawa Japonekî 70 salî ye ku serokê Saziya Alîkariya ji bo Gelê Kurd e li bajarê Japonyayê Saitama. Ji ber ku piçûkxistin, belatêdan û zextkirina li dijî zarokên Kurd ên diçin mektebê li vî bajarî zêde dibe, wê daxuyaniyek da çapemeniya Japon ji bo ku balê bibe ser xweranegirtina li çandên cihê li Japonayayê. Serjimara qederê 2 hezar Kurdên Japonyayê, herî zêde li bajarê Kawaguchi ye ku li wilayeta Saitama ye. Li vî bajarî belatêdana li şagirtn mekteban ên Kurd ewqasî zêde bûye, ku hin zarok naxwazin biçin mektebê û li malên xwe dimînin. Li ser vê yekê Matsuzawa dibêje, “Gelek mektebvaniyên Kurd li vir bi rengekî ji rengan bi belatêdanê re rûbirû dimînin. Dema ku bi Japonî jî nizanibin, nikarin fikra xwe jî zelal îfade bikin, hingê jî belatêdana sîstematîk hesanîtir peyde dibe. Nebûna agahdariya li erf, adet, çand û jiyana civakî ya li vir, dikare bibe sedema jihevşaşfîmkirin û pêşhukman.”
SAITAMA