Dadgeheke li Brukselê biryar wergirt ku zarokên çeteyên DAIŞ'ê yê li Kampa El Holê di nava 6 hefteyan de bibe Belçîkayê. Di biryarê de hate ragihandin ku herî kêm 10 zarokên ji 4 hevjînên çeteyên DAÎŞ'ê welatiyên Belçîkayê ne.
Di biryarê de tê xwestin, ku dewleta Belçîkayê di nava dema destnîşankirî de 'alîkariya konsolos'ê bi van zarokan re bike û 'belgeyên rêveberiyê û ger û geştê' pêşkêş bike. Dadgehê biryar wergirt ku eger di nava 6 hefteyan de ev yek pêk neyê divê dewlet ji bo her roja derbas bibe 5 hezar Euro tazmînatê bide her zarokî. Beriya niha jî li dewleta Belçîkayê hatibû ferzkirin ku zarokên çeteyên DAIŞ'ê bînin Belçîkayê. Di biryareke cuda de 2018'an hatibû xwestin ku 6 zarokên du jinên çeteyên DAIŞ'ê bînin Belçîkayê. Lê belê hikumet li ber biryarê rabibû . Lê belê bi biryareke hikumetê re ya meha Hezîranê 6 zarokên beriya niha ji aliyê mîsyonên alîkariya însanî ve hatibûn tespîtkirin û rewşa wan a tenduristiyê nebaş bû anîbûn Belçîkayê.
ANF/BRUKSEL