Geriya û çîrok kom kir
Beyazdag da zanîn ku zehmetiyên di kişandina belgefilman vegotin û bi saya komaleyen gihiştiye zarokên bi zorê hatin zewicandin û gund û gund geriyan û çîrok kom kirin. Beyazdag bilêv kir ku çîroka her zarokekî li gorî wan xweser bû û êşa wan hevpar bû û wiha axivî "Dema me ev fîlîm çêkir hin caran me qemereya xwe girt û em bi wan re giriyan. Li hemberî wan axivîn hêsan e. Tiştên wan jiyîn nezanîn tu li hemberî wan soyut dimînî. Pirsên me ji wan birîsin û bersiv dayîna wan rewşeke gelek zor bû."
Zarok bi zorê tên zewicandin
Beyazdag destnîşan kir ku di fîlîma xwe ya yekemîn de mijara zarokên keç ên bi zorê hatin zewicandin vegot û di fîlîma duyemîn de jî zarokên xort ên bi zorê hatin zewicandin vegot. Beyazdag anî ziman ku çîroka zarokên keç ên bi zorê hatin zewicandin gelek caran bihîst lê ya zarokên xort ji ber çavan nehatiye girtin. Beyazdag da zanîn ku qasî zarokên keç zarokên xort jî bi zewicandina temenê biçûk mexdur dikin.
DIHA/WAN