Belgefilma “Fermandar Arîan” a derhêner Alba Sotorra, êvara Çarşemê li Parlamenta Ewrûpayê (PE) hate nîşandan. Derhênera filmê Sotorra, bavê şervana YPJ’ê Anna Campbell a li Efrînê şehîd bûyî Dirk Campbell, Stelios Kouloglou û ji aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Dilar Dîrîk tevlî kombûnê bûn. Belgefilma li ser fermandara YPJ’ê Arîan, şervanên jin, wêrekî û biryardariya wan, berdêlên wan dayî û berhemên afirandine, hûnandine. Karaktera sereke ya filmê Fermandara YPJ’ê Arîan bi rêya skype beşdarî nîşandana filmê bû.
Fermandar Arîan li PE’yê bang kir
Fermandara YPJ’ê Arîan bi bîr xist ku ev 6 sal in li Rojava şerekî giran diqewime û got, “Ciwanên Kurd, Ereb, Tirk, ciwanên ji Ewrûpa û welatên din ên cihanê li vê derê têdikoşin.”
Fermandar Arîan anî ziman ku wê heta dawî, Rojava biparêzin û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî û got, “Dewleta Tirk gefê li hemû destketiyên me dixwe. Dixwaze jiyana me biqedîne. Lê em ê şoreşa xwe biparêzin. Di nava vê şoreşê de mirovahî heye, azadî heye.”
Fermandar Arîan her wiha silav li bavê şervana YPJ’ê Anna Campbell, Dirk Campbell jî kir. Beşdarên kombûnê jî demeke dirêj li ser piyan ji bo fermandara YPJ’ê Arîan li çepikan xistin.
Dirk Campbel jî qala êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Rojava kir. Bav Campbell, dîmenê Haci Lokman Bîrlîk ê li pişt panzerê bi erdê re hate kaşkirin û teşhîrkirina bedena şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ya li Efrînê şehîd bû jî nîşan da û bal kişan ser sûcên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê.
ANF/BRUKSEL