Birêveberiya Desteya Turîzm û Şûnewaran a Herêma Cizîrê belgefilma 'Nefertîtî' nîşan da.

Desteyê belgefilma jina têkoşer ku bi xweşikbûn û hêza xwe dihate naskirin 'Nefertîtî' her wiha ya  'Tado Xîba' ku qala jiyana wê dike, li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo nîşan da. Saziyên Rêveberiya xweser, Yekîtiya Nivîskaran, Yekîtiya Rewşenbîran, û bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava jî amade bûn.

Hevseroka Meclisa Rêveber ya herêma Cizîrê, Nezîra Gewriyê bixêrhatina hemû kesên hazir kir, û got, "Em hemû dizanin ku Nefertîtî bi xweşikbûn û hêza xwe wek jineke têkoşer çi da avakirin, em malavahiya keda hemû kesan dikin ku beşdarî kirine li vê belgefilmê.”

Piştî ku belgefilm bi dawî bû, ji aliyê Desteya Şûnwar û Turizmê ve kesên ku ked dane belgefilman xelat kirin.

 

JINHA / QAMIŞLO