Ji pirtûka çîroka cewhera jiyana wê nîşan dide ya bi navê “Jiyana min her şer bû” û rojnivîskên wê ketine rê û belgefilmek a ku senaryoya wê jinan amade kiriye, derhêneriya wê jî Dêrsim Zêrevan û amadekariya wê jî Bircan Delal Yıldız, Elif Engil Şimşek û Şehbal Şenyurt kiriye. Belgefilma ku bingehê wê di Gulana sala 2013’an de hatiye danîn di serî de li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li sê navendan ekîbên jinan xebitîn. Li gel zaroktî, ciwanî, salên girtîgehê yên Sakine Cansiz li gel 70 kesên di demên tekoşîna wê yên li Rojhilata Navîn, Çiya û Ewropayê de hevdîtin kirine. Muzîka filmê aîdê Mikail Aslan û Cemil Qoçgiri ye. Nêzî 100 saetî dîmen hatine girtin ji bo belgefilmê. Belgefilm wê bi 95 deqeyan derkeve pêşberî temaşevanan. Belgefilma ku zimanê wê Kurdî ye, wê bi zimanên Tirkî, İngilizî, Elmanî, Îtalyanî, Flamanî û Fransî bi giştî bi 7 zimanan bê wergerandin û tekoşîna wê bigihe gelên dinê jî. 


Li Parîs, Amed û Stenbol bê pêşandan

Yekem pêşandana belgefilmê wê 4’ê Çile li Parisê pêk were. Roja 9’ê Çile ango di salvegera roja qetilkirina Sakine Cansiz de li Amed û Stenbolê film wê bê pêşandan. Li Amedê galaya filmê wê li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwin pêk were. 

Ji berhevkarên belgefilma Elif Engil Şimşek diyar kir ku ew metirsiya; “Gelo em ê bikarin têkoşîna Sakîne ya 40 salan di 95 daqîqeyan de bidin” destpêkiriye û wiha axivî: “Em hêvîdar in ku em ê girêdayî jiyana Sakine Cansiz meraqekê bidin peydekirin. Bi temanşevanan re meraqê bidin çêkirin. Sakine Cansiz kî ye, bandora wê çawa bû? Em meraqekê bidin çêkirin, ciwan pirtûka wê bikirin û şerê wê hîn bibin.”


Berxwedana Sakîne 

Şehbal Şenyurt jî destnîşan kir ku ji jiyana Sakine Cansiz fêrî gelek tiştan bûnê, ji bo wê jî wan xwestiye vê bi temaşevanan re par bikin û wiha domand: “Yek ji taybetmendiyên Sakine yên sereke jî ne tenê bi pergalê re, bi xwe, heval û jiyana xwe re bi hûrî daketin, pêre rû bi rû bûyîn û li hemberî wê rêya rast dîtin bû. Vê projeyê bi destê komek sînemagerên gerîla li çiyan des pê kiriye. Me jî xwest em tevlî vê bibin. Me li Xerpêt, Çewlig, Îzmîr, Enqere û Amedê dest bi xebateke berfireh kir. Me ji rojnivîskên heval Sakîne dest pê kir û me xwe gihand navên ku di rojnivîska xwe de behsa wan kirî. Me ji wan hevalên wê gudariya bîranînên wan kir.”


‘Arşîvek mezin ma’

Şehbal got, bi amadekariya belgefilmê arşîveke mezin hêlane û wiha dom kir, “Jiyana Sakine serhatiyeke pirr alî ye. Me xebateke berfireh kir. Yê mayî jî ji bo film û xebatên ji niha û şûn de bên kirin, dikarin bên bikaranîn. Bi ser de jî ev xebat ji bo arşîvê dê bê xebatek.”


MIZGÎN TABU/JINHA /AMED