
Li Başûrê Kurdistanê bi rêveçûna xwepêşandanên nerazîbûna xelkê ji birêveberiya Başûrê Kurdistanê û nexasim jî ji her du partiyên desthilatdar YNK û PDK´ê dewam dike. Hêzên ser bi YNK û PDK´ê hewl didin bi girtina saziyên çapemeniyê, çalakgerên siyasî, pêşiyê li belavbûn û dewamkirina çalakiyan bigirin.
Li Helebceyê û navçeya Silêmaniyê tevî van zext û destwerdanan jî xwepêşandanan dewam kir. Ji ber şehîdbûna gelek xwepêşanderan li Helebceyê şîn hat ragihandin. Tevgera Azadî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêşniyaza meclîseke demkî kir.
Û Başûr zilm sîstematîk kir
Piştî ku pêr li navçeya Silêmaniyê Ranyayê di encama destwerdana hêzên ser bi PDK´ê û asayîşa ser bi YNK´ê de 6 welatî şehîd bûn, qederê sed welatiyî jî birîndar bûn û li gelek bajar û navçeyan çalakî bi rê ve çûn, asayîşa Silêmaniyê bi ser navenda NRT TV´yê de girt û bi îdîaya ku xelk sor kiriye, weşana televizyonê hat rawestandin û gelek xebatkarên televizyonê jî hatin binçavkirin. Jixwe xwediyê wê û di heman demê de Serokê Tevgera Ciwanên Nû Şaswar Abdulwahid, dema ji Ingilistanê vegeriya Silêmaniyê, li balafirgehê hatibû binçavkirin.
Polîsên ser bi asayîşa Silêmaniyê jî doh berê sibehê bi ser gelek malan de girt û gelek çalakgerên siyasî kriin binçavan bi hinceta pêşîgirtina dewamkirina xwepêşandanên li dijî rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê.
Ranya dilê nerazîbûna demokratîk e
Dîsa jî li navenda xwepêşandanan ango li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê doh jî xwepêşandanên girseyî yên gel dewam kirin. Xwepêşanderan daxwaza siyaseteke demokratîk û di berjewendiyê gel de kir û Ofîsa Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (HSDK) şewitand û ofîsa Tevgera Goran jî dan ber keviran.
Li Helebceyê jî welatiyên ku daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kirin. Hêzên asayîşê bi şidetê dest werda xwepêşandanan.
Welatiyên Helebce doh êvarê li Çarrêyana li navenda Helebce kom bûn û xwestin bimeşin. Piştî saetekê hêzên ewlehiyê yên ser bi partiyên desthilatdar ve, asayîş û polîsên Helebce êrîşî xwepêşanderan kir û ew ji hev belav kirin. Di êrişê de gelek kes hatin derbkirin û çend xwepêşander jî hatin birîndarkirin.
Paşê jî hêzek zêde ya polîsan li serê kolan û navenda bajêr belav bûn.
4 xalên çareseriyê yên Tevgera Azadî
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên gel ên li Başûrê Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan pêşnûmayek ji 4 xalan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de Tevgera Azadî di xala yekem de dibêje, "Li gorî me, ti rewabûna vê desthilatdariyê nemaye û divê hilweşe. Di çarçoveya projaya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê de meclîseke demkî were avakirin da ku heta hilbijartinan karên heyî bi rê ve bibe û rêveberiyeke rewa pêk bîne. Ji bo vê yekê jî divê hilbijartinên azad bi rêve bibe."
Weke xala duyem Tevgera Azadî dixwaze ku desthilatdarî li hemberî xwepêşandan û daxwazên rewa yên gel şidetê bi kar neyîne û wiha dewam dike "Divê vê rastiyê bizane bi karanîna her cure tundiyekê rewşê aloztir dike û derketina ji rewşê zehmet dibe. Tişta pêwîst a desthilat bike, ew e ku bersiva daxwazên rewa yên xelkê bide. Di vê çarçoveyê de divê kesên tundûtûjiyê dikin, erkê wan çi dibe, divê werin lêpirsînkirin û ceza kirin."
Di vê çarçoveyê de weke xala sêyem Tevgera Azadî bang li hemû kes û aliyên mixelefetê kir ku yên li xema berpirsyartiyê de ne, desteyeke rêveberiya xwepêşandana pêk bînin, da ku xwepêşandan bi awayekî rêxistinkirî pêk werin û wiha dewam kir: "Ji bo ku rêyên çareseriya demokratîk û ji her karên tundûtûjiyê, şewitandina cihên giştî, têkdanê dûr be."
Tevgera Azadî herî dawî desteka xwe ya ji bo xwepêşandanan û dozên rewa dide zanîn û wiha dewam dike: "Herwiha em heval û dostên xwe agadar dikin ku bi rengekî demokratîk deng û rengê me nîşan bidin. Em ti awayekî ne ligel wan kesan in ku tundiyê bi pêş dixin. Divê heval û dostên me xwe jê dûr bigirin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Panîka desthilatdaran xwe da der
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, PDK û YNK’ê têkildarî çalakiyên li gelek bajar û navçeyan, daxuyanî dan û xwestin her kes ji tundiyê dûr bikeve.
Serokatiya Parlamentoya herêmê der barê xwepêşandanan de, ji xwepêşanderan xwest dûrî şidetê bin. Di dewama daxuyaniyê de jî got, xwepêşandan mafekî rewa ye û pêwîst e gel daxwazên xwe bi awayekî aram û dûrî şidetê îfade bike.
Têkildarî mijarê YNK’ê jî daxuyanî da û îdîa kir ku hin saziyên çapemeniyê bi sorkirina bûyeran rabûne û got, “Di du rojên bihurî de hinek komên tewş li hinek bajarên herêmê di bin navê xwepêşandanê de êrîşî saziyên hikmî, hizbî û malên welatiyan kirin û metirsî li ser berjewandiya bilind a herêmê çêkirin. Di dema meşandina li ser bingehên azadî û demokrasiyê, daxwezên gelê Kurd de em dibêjin ku ev karên xerabkirinê ne li gorî azadiya ramanê û yasayê ye.”
Nêçirvan Barzani jî daxuyanî da û xwest çalakger daxwazên xwe bi awayekî aştîyane bînin ziman.
PDK´ê jî daxuyaniyeke nivîskî da û xwest gel hestiyar be.
Tevgera Gorran û Komela Îslamî ji hikûmetê vekişiyan
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê, her du aliyan xwe ji hikûmeta herêma Kurdistanê vekişandiye.
Di heman demê de Tevgera Gorran xwe ji postê serokatiya parlementoya herêma Kurdistanê jî kişand ku Dr. Yûsif Mihemed serokatiya wê dikir.
NY´yê jî banga aramiyê kir
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê (UNAMI) bang li xwepêşanderên Herêma Kurdistanê kir ku xwe dûrî tundûtûjiyê bigirin.
NY’ê ji hêzên ewlekariyê jî xwest ku di danûstendina li gel xwepêşanderan de di asta herî bilind de xwe kontrol bikin û wiha ragihand; “Divê xwepêşander xwe dûrî tundiyê bigirin û avahiyên giştî û taybet wêran nekin.”
Nûnertiya NY´yê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku rêzê li medya azad bigire û daxwaz li medyayê kir ku li gorî qanûnan bimeşe.