Herî dawî, di vîdeoya pêşkêşê civîna Konseya Mafê Mirovan a NY’yê hate kirin, de tê dîtin kurê rêberê Pilingên Rizgariya Tamîlê Velupillai Parabhakaran, Balachandranê 12 salî bi awayeke hovane hatiye înfazkirin.
Di dîmenên vîdeoyê de tê dîtin ku vîdeo di sala 18’ê gulana 2009 de hatiye kişandin û termê Balachandran Parabhakaranê 12 salî ji jor û pêve tazî ye. Li kêleka wî jî termên 5 kesên ku wî diparêzin hene. Li derdora wan parçeyên paçan hene û ji wana tê zanîn ku beriya bêne kuştin çav û destên wan hatine girêdan û paşê hatine kuştin.
Ev parçeya dîmen ji belgewariya bi navê “Zeviyê Mirinê yê Srî Lankayê: Sucê Şer bê Ceza Ma” ya ku dê roja çarşemê di kanala Channel 4 a Îngilîstanê de bê weşandin, hatiye wergirtin. Konseya Mafê Mirovan a NY’yê şermezarkirina hikûmeta Colomboyê gotûbêj dike û dê ev dîmen bibe delîlek pir girîng ji bo biryara NY’yê.
Ji pisporên tibê Derrick Pounde di belgewariyê de diaxîvie û diyar dike ku her 5 kesên din li ber çavên Balachandran Parabhakaranê 12 salî kuştine û piştre berê luleya çekê dane wî û kuştine.
Hikûmeta Srî Lankayê jî der barê mijarê de daxuyaniyekê da û dîmenên ku dê di kanala Channel 4 de bêne weşanind red kir. Hikûmeta Colomboyê diyar kir ku dixwazin bi van dîmenan pêşketinên baş ên ku piştî şerê li welêt qewimîne, binixumînin.
Sala par, Sekreterê Giştî yê NY’yê komek pispor ji bo lêkolînkirina şerê li Srî Lankayê yê sala 2009’ê û vê komê piştrast kiribû ku di rojên dawî yên operasyonên sala 2009 de 40 hezar kesên sivîl hatine kuştin.
Her wiha hate diyarkirin ku piraniya kesên hatine kuştin, di encama topan de jiyana xwe ji dest dane. Lê hikûmeta Srî Lankayê diyar kir ku di operasyona domdirêj de tu sivîl bi zanebûn nehatine kuştin. Lê di berfanbara 2011 de hikûmetê qebûl kir ku hin sivîl di encama operasyonê de hatine kuştin. Lê diyar kir ku berpirsên vê yekê ne desthilatiya siyasî û suc avêt stûyê artêşê.
Li hemberî hikûmeta Srî Lankayê ne tenê delîla kuştina Balachandran Parabhakaran di destê NY’yê de ye. Bûyereke weke wê jî di kampek a penaberan a NY’ê de diqewime.
Peywirdarê NY’yê Peter Mackay ê ji Awusturyayê, di sala 2009 de, ji bo parastina penaberên di kampê de stragehek çêdike. Koordînatorên vê stragehê ji bo parastina ji êrişên artêşê, dide hikûmeta Srî Lankayê. Lê piştî vê agahiyê, bi dehan penaberên di stargehên vê kampê de di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest dan. Pewyirdarê NY’ê wêneyên vê bû yerê jî digire.
Her çendî, li gorî komkujî û operasyonên hikûmeta Colomboyê ev bûyerek biçûk e jî, lê belê ev yek bi awayeke xurt piştrast dike ku hikûmetê bi zanebûn sivîl kuştine.
ANF/COLOMBO