
Peywendiyên di navbera welatên rohilat û roavayê ji têkiliyên li ser bingeha rêwîtiyên bi mebesta bazirganiyê yên ku ji kûraniya dîrokê pêva dimeşiyan û ji ber şerên ku dem bi dem di navbera wan de diqewimîn peyda bûbûn. Piştî ku Împaratoriya Rûsya’yê di destpêka sedsala 19’an da daket Kafkasya Başûr her çiqas gelek şer di navbera wê û Kurdan de qewimîn, kîjan gelek caran bûn sedema wêrankirin û koçberiyan, lê pê re têkiliyên li ser bingeha hevdunaskirina gelan û lêkolînên derbarê zanyariyên wan de jî pêkhatin.
Bi vî awayî şerên di salên 1803-1830’an yên di navbera Osmanî, Îran û Rûsya’yê de hêzên Împaratoriya Rûsya’yê hin herêmên Kurdistanê wek Serhed û bakûrê Îranê jî dagir kirin. Dema ew li van herêman diman civaka Kurd bala hin gerok û zanyarên Rûsya û welatên roavayê kişand. Serbazê artêşa Rûsyayê Alexandr K. Ushakov hîn di wan salan de di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Seferên di salên 1828-1829 an de li rohilatê Tirkiyeyê de” bang li zanyaran dike ku Kurd miletekî qedîm yê vê herêmê ye. Lê belê hê jî di derbarê bawerî, ziman û dîroka wan de lêkolînên berfireh nehatine amadekirin. Ger ev yek pêk bên, wê demê li ser dîroka kevnare ya Asyayê de wê rûpeleke nû vebe. Bi vî awayî lêkolînên zanyarên Rûs û welatên rojavayê yên derbarê etnografya, ziman, hûner û wêjeya Kurdî de bi berfirehî destpêkirin û di seranserê wê sedsalê de sal bi sal bi pêşde çûn.
Hin di sala 1830’î de Felician Martin von Zaremba (1794-1874) ê Polonî di çarçova xebatên mîsyoneriyê de bi salan li Kafkasya başûr û Serhedê geriyabû û li ser vê rêwitiya xwe gotarek jî çap kiribû. Ew di nivîsa xwe de gelek agahiyên balkêş di derheqê ziman, etnografya û baweriyên Kurdan de şirove dike. Ew qala rasthatin û têkiliyên xwe yên bi Mela Mehmûd Bazîdî re, ya Nûbihara Xanî û wergera Tevratê ya bi ser zimanê Kurdî dike ku ev salixadayînên wî bo me wek agahiyên pêşîn ji van herêman gelek girîng in.
Hewldanên Aleksander Auguste Jaba
Dema Peter Lerch di salên 1850’an de li St. Pêtersbûrgê li ser zimanê Kurdî xebat dikir, Serokê Akademiya Asyayê Prof. Dorn bona ku ji wî ra nimûneyên bi Kurdî peyda bike bi nameyekê serî li konsolosê dewleta Rûsyayê yê li Erziromê Aleksander Auguste Jaba ê polinî da û daxwaza nivîsên zimanê Kurdî kir. Jaba, wek diyar e hin beriya vê daxwazê bala xwe dabû zanyariyên Kurdî û dest bi hînbûna ziman û berhevkirina nimûneyên wêjeya Kurdî kiribû. Ew di sala 1956’an de Mela Mehmûdê Bazîdî, yê ku ji ber şerê di wan salan de koçberî vî bajarî bûbû, nas dike û ji wê pêve xebatên xwe bi piranî bi wî re dimeşîne. Jaba berhevok û xebatên xwe bi piranî ji akademiya li St. Petersbûrgê re şiyandibû û ew li wir hatibûn arşîvkirin. Ji wê demê pêve ye ku navê (Aleksandre) Auguste Jaba ji aliyê biyanî û Kurdan de wek Kurdologê sereke di dîroka zanyariyên Kurdî de tê bi bîranîn.
Weşandina destana Siyahmed û Xemsî
Hin xebatên Auguste Jaba jî hebûn ku parek ji wan di kovarên Ewrûpî de hatibûn weşandin û hinek jî di arşîvên wek ya Prof. Ferdinand Justî mabûn ku piraniya wan heta niha ronahî nedîtine. Jaba di sala 1859’an de destana Siyahmed û Xemsî di kovara firansizî Journal Asiatique de weşandibû. Destan bi xebateke akademîk, bi Kurdiya bi alfabeyên Erebî û Latînî her weha bi wergera wê ya Fransizî ya bi destê Jaba de hatiye çapkirin (Ballade Kurde, Journal Asiatique, cild XIV, Paris 1859, s. 153-166). Ev cara pêşîn bû ku destaneke navdar ya Kurdî û pêre ew bi zimanê Kurdî di kovareke sereke de li roavayê dihat belavkirin. Em heman destanê bi hin guhartinên piçûk piştre di pirtûka wî ya bi sernavê Recueil de notices et récits Kourdes de jî dibînin ya ku di sala 1860’î de hat çapkirin.
Pisporê zimanê Kurdî Prof. Justî
Piştî ku karê Jaba li Erziromê qediya, ew li bajarê Îzmirê bi cîwar bû û li wir jî xebatên xwe yên Kurdnasiyê berdewam kir. Jaba bi profesorê Alman yê rohilatnas Ferdinand Justî re jî ketibû nav tevkarî û dan û standinên zanyariyên Kurdnasiyê. Ji ber ku Prof. Justi di beşa Oryantalîstîk li zanîngeha bajarê Marburgê de mamostetî karibû, min di arşîva Dewleta Almanya ya li wî bajarî de lêkolîna bermayiyên wî kir. Prof. Ferdinand Justi bi xwe jî pisporekî zimanê Kurdî bû û wî di sala 1880’î de pirtûkeke li ser gramera Kurdî ya ji 258 rûpelan pêkhatî weşandi bû. Di arşiva Prof. Justi ya li Marburgê de ez rastî gelek nameyan hatim ku Jaba ji bo Justi şiyandibû ku di nav wan de hin agahiyên gelek balkêş henin yên ku heta niha ronahî nedîtine.
Tarixa nameya Jaba ya pêşîn ji roja 09.07.1879’an e û ya dawîn jî ya ji roja 22.01.1881’an e. Di nameyeke xwe da Jaba ji Prof. Justi re dinivîse ku hin xebatên Kurdî di destê wî henin ku ew dixwaze wan jî amade bike û bişîne, bona ku Justî wan di kovaran de bide çapkirinê, lê belê van deman tendrustiya wî geleki xirab bûye, bi taybetî jî dest û piyên wî êdî baş negirtine.
Nivîsên pirtûka wenda
Jaba dibêje, lê dîsa jî ew hewl dide ku hin nivîsan amade bike û di kovaran de biweşîne
Jaba tev nameyên xwe du nimûneyên gelek balkêş jî ji Prof. Justi re şiyandiye. Yek ji wan nivîseke Mela Mehmûd Bazîdî ye û ji sê û nîv rûpelan pêktê. Jaba destnîşan dike ku ev nivîs beşeke ji kitêba Mela Mehmûd ya “Dîroka Kurdistanê a nûjen” e. Wek eyan e, ev pirtûka Mela Mehmûd heta niha winda ye û di destê me de tenê pêşgotina wê heye. Ango ev dibe nimûneyek nû ji vê kitêbê û nişana wê yekê ku di wan salan de, dema Jaba li Îzmirê jiyan dikir, ev pirtûka Mela Mehmûd hin li bal wî bû.
Di vê beşa dîroka Kurdistanê de Mela Mehmûd qala şer û pevçûnên di navbera endamên ji malbata serwerên sancaqa Bazîdê di salên dawîn yên sedsala 18’an dike. Ev pevçûn bi taybetî di navbera kurê Îshaq Paşa ê bi navê Mîr Mehmûd û kurapê wî Xelîl Begê de qewimîne. Mîr Mehmûd wê demê xwe amade dikir ku piştî mirina bavê xwe ê ku êdî gelekî kal bûbû bibe hukimdarê sancaqê. Xelîl Beg jî kurbirê Îshaq Paşa, kurê Abdî Begê bû yê ku di salên 1767-1771’an de serweriya Bazîdê kiribû. Hin belgeyên Osmanî yên ji wê demê jî henin ku van qemandinan piştrast dikin. Her wisa ev bûyeran ji aliyê dengbêjên herême de wek destaneke epîk bi navê “Xelîl Bego” jî hatiye sêwirandin û di nav civakê de belavkirin.
21 dîlokên Kurdî
Di nameya xwe ya ji roja 22.01.1881’an de jî Jaba ji Prof. Justi re dinivîse ku ew li gel vê nameyê parek ji berhevoka dilokên Kurdî bi sernivîsa “Istranêt Kurdî” dişîne bona ku ew bi alîkariya Justî di kovarekê de bên çap kirin.
Ev berhevok ji 21 dilokan û her dilokek ji wan jî ji sê rêzan pêktê. Ji gelek navên cî û waran yên ku di dilokan de derbas dibin û bi piranî jî ji devoka Kurmanciya wan diyar dibe ku ew li herêma Bazîdê hatine berhev kirin. Her weha ji berhevdana rastnivîsa Kurmanciya wan û ya nivîsên cuda ên Mela Mehmûd eşkere dibe ku ev dilok bi destê Mela Mehmûd ji zargotinê bo nivîsa li ser rûpelan hatine amadekirin. Di nivîsa Jaba de li aliyê rastê dilok bi alfaba Erebî û li aliyê çepê jî bi latînî hatine danîn. Jaba her weha di bin rûpelan de jêrenot jî daniye ku wî di wan de wateya hin peyvan şirove kiriye. Jaba piştre jî wergera dilokan bi ser zimanê Fransizî nivîsiye. Diyar e Jaba wergera van dilokan hema çend roj beriya şiyandina nameya xwe amade kiriye. Jaba di rûpela pêşîn ya dilokan de sernavê “Istiranêt Kurdî” û di bin de jî tarixa wan bi hîcrî û rûmî nivîsandiye. Tarîxa hîcrî 23. Safer 1298 e ku tê beramberî ya mîladî 25.01.1881 û ya rûmî 11. Kanun-i Sanî 1296 jî bi mîladî dibe 23.01.1881. Di rêza dawîn ya vê rûpelê da jî “Istranên Kurmancî” hatiye nivîsîn. Di rûpela dawîn ya wergara dilokan ya bi ser Fransizî de jî Jaba tarixa 15.01.1881 daniye.
MEHMET GULTEKÎN/BAZÎD