Denis Moore sala 1952´yan di kovara Everybodys a Ingilistanê re bi navê Secret of the Graves of Kurdistan nivîsandibû. Li ser malpera Saradistribution de herdu rûpelên (21-22) ev gotar tê de hatiye weşandin dikarin bên peydekirin. Denis Moore gotara xwe bi pakêteke bi postê jê re hatiye dest pê dike. Pakêteke ku soza ku beriya bi salan dabû dianî bîra wî. Wî sozek dabû ku ji bo doza azadiya Kurdan binivîse. Di dawiya gotarê de em pê dihesin ka di wê pakêtê de çi heye û soza wî tam, çi ye. Sernavê gotarê Secret of Graves of Kurdistan (Sira gorên Kurdistanê) e.
Em ji gotarê fêr dibin ku sala 1939´an Denis Moore weke bazirganekî di navbera Tebrîz û Bexdayê de diçû û dihat. Ji ber şerê Cihanê ew biryara vegera ber bi Başûr ve (Iraqê) dide. Lê vegereke dereng mayî ya ku rastî dema barîna berfê tê. Ha di wê berfa li ser sînorê Iraq û Îranê de xwe diavêje stareke rêçêkeran li pey xwe hiştî.
Piştre ew rastî karwanekî mezin ê kerên barkirî tê. Yek ji keran ketiye û ew lê disekine û dixwaze barê wî jê bike, lê hingî giran e, nikare. Dema ku qutiya bar dikeve êdî dibîne ev qutiyên cebilxanê yên barkirî ne.
Ji mirinê difilite
Kurdekî çekdar hingê tê ser serê wî û pê re dipeyive. Piştî çendekê bi zimanê wî Ingilîzî jî û jê re dibêje, “Ez pirr şa me ku tu Ingilîzî, yan na, ez neçar bûm te bikujim.“ Axir ew nayê kuştin û rêya xwe ber bi Rewanduzê ve dewam dike, lê li nîvê rê ji ber latên mezin ên li ser rê ew nikare bi erebeya xwe, rêya xwe dewam bike.
Ha hingê ew tê revandin û wî dibin odeya gundekî, dîwana axayekî. Axa bi devkenîn û bi Ingilîzî xêrhatina wî dike û jê re dibêje, kesê ku berê ew dîtî tevî karwanê keran, kurê wî bûye û wî dê ew li ser rêya Rewanduzê bikuşta. Û bazarekê pê re dike; Ew ê sira barê keran bi xwe re bigire û di berdêla vê de jî neyê kuştin.
Serpêhatiya axayî ji ya nivîskar jî ecêbtir e: Ew efserekî ciwan ê Ingilîz e ku piştî şerê cihanê yê yekê li Qafqasan bû, ji bo wezîfeyekê ber bi Başûr ve divê ew di Kurdistanê re bibihure tevî yekîneya xwe. Yên di yekîneya wî de hemû li Kurdistanê tên kuştin, bi tenê ew bi birîndarî difilite. Birînên wî yên xedar jî, piştî ku siwarên Kurd wî dibin cem şêxê xwe jî hîna nû di salekê de dikewin. Ha ew şêxê ku kurê wî nînin wî ji xwe re dike kur. Paşê bi keça xwe re dizewicîne. Ew kesê bi nivîskarî re bi Ingilîzî peyivî jî kurê wî ye. Ev kesê hanê xwe weke Kurd êdî dibîne û zarokên xwe jî wisa mezin dike.
Sira Kurdan fêr dibe
Piştî ku serpêhatiya xwe ji nivîskêr re dibêje, ew sira xwe jî jê re dibêje. Wî dibe nav goristana gund û nîşanî wî dide ku di goran de wan sîleh û cebilxane veşartine.
Ji devê wî jî wisa behsa Kurdan dike: “Deh milyon Kurd hene, bi xwe mirovên maqûl in, lê yekîtiya wan nîne, ji ber wê jî di kar û barê dinyayê de nayên dîtin. Ew li her çar dewletên ku wê ji wan bên rizgarkirin hindikahî ne.
Kurd wê ji bo îdealên xwe şer bikin. Ji bo şer divê çekdar bin. Tivingên eşîran kevin in, cebilxaneya wan hindike. Ji bo wê lazim e ew bi sîlehên modern bên gurçûpêçkirin. Her biyaniyê ku bi vê sira me hisiya hat kuştin., çawa ku kurê min jî dikariya te bikuje.”
Piştî wê jî doza sozekê jê dike: “Heta wê roja ku roja azadiyê hilê, behremendiya xwe ya nivîskariyê ji bo doza me ji bo tesîrkirina li raya giştî ya cihanê bi kar bîne. Ji ber vê min tu aniyî vir. Di berdêla vê de jî ez ji te dixwazim tu sira min bi xwe re bihêlî.”
Wî jî soz daye ku heta wê rojê sirê veşêre.
Soza xwe bi cih tîne
Ew pakêta nivîskar di destpêkê de behsa wê kirî bi nameyekê re hatibû û tê de dinivîsî: “Bavê min hat kuştin. Beriya bimire, wî ji min xwest ez kêra wî ji te re bişînim da ku ez soza te bînim bîra te. Di demeke kurt mekan (gor) wê bên valakirin û pîvotik jî di azadiyê de wê vedin.’’
Nivîskar dibêje, ji bo min bibîrxistin ne lazim bû, ji vegera xwe ve min ji bo doza Kurdan dinivîsî û wiha dawî li gotara xwe tîne: “Belkî niha ev miletê saxlem û wêrek nîrê bindestiyê yê serdestan ji ser xwe bavêje bibe hakimê welatê xwe yê romantîk. Min rahişt qelema xwe û min nivîsand.”
FRANKFURT