Mirovên ku rojane hêkekê dixwin, li gorî lêkolîneke nû, tehlûkeya ku ji ber nexweşiyên daran ên dil bikevin, kêm dibe. Ev lêkolîneke hevpar a Çîn û Ingilîstanê ye, ku Professor Liming Li û Dr. Canqing Yu ji Dibistana Tenduristiya Civakî ya li Navenda Zanista Tenduristiyê ya Zanîngeha Pekînê pêşengiya wê dikin.
Lêkolîn di kovara Heart (Dil) de hat weşandin û dibêje, hêk çavkaniyên kolestrola çê ne, wekî din di wan de proteînên kalîteya baş, gelek vîtamîn û pêkhateyên biyoaktîf hene yên weke fosfolîpîd û karotenoîdan.
Heta bi ji sedî 26´an
Li gorî lêkolîna xwe disipêre liberhevgirtina şopandina 416 hezar û 213 kesên ne bi kansêr û ne jî b nexweşiyên dil, bi encamên lêkolîneke şopandina 512 hezar û 891 kesên gihiştî (30 ta 79 salî) yên li Çînê, ev encam derketiye holê.
Li gorî vê ew kesên ku rojane heta bi hêkekê dixwin, ji sedî 26 kêmtir bi rîska nexweşiyên damra ên dil re rûbirû bûne. Bi her halî ev bi tenê lêkolîneke çopandinê bû û îdîayeke hişk a iseh nikare pê bê kirin.
nivîskarên gotarê bi xwe gihiştin vê encamê: “Ev lêkolîn dibîne ku di navbera xwarina normal a hêkan (roja heta bi 1 hêkê) û kêmbûna nexwşiyên dil de heye.”
Bi her halî çawa ku ew dibêjin, belkî hêk ji dilê mirovan re qenc be, em jî bi tenê dikarin bibêjin belkî.
PEKÎN