
DÊRSIM ZÊREVAN
Navê vî rêzefilma ku ez dixwazim behsa wê bikim “yên bênavin“ (isimsizler). Hingî ewqa nepixandine û ewqa reklamê wê kirine, dibe ku we jî bihîstibe. Ev rêzefilmê ku mijara nivîsa me ye, çi saziyeke leşkerî di Tirkiyeyê de heye destê wê di nava çêkirina vî rêzefilmî de ye; ji polîsên tirafîkê bigire heya hêzên wa yên teybet, JÖH, PÖH û heya digihêje serokê artêşê. Ji xwe destekdana AKP’ê di vî rêzefilmî de mijareke bi serê xwe ye. Wexta ku mirov bi awayekî giştî li tabloya film mêze dike, mirov hîn zêdetir dikare şîrove bike bê ka dewleta Tirk û artêşa wê di rewşeke çawa de ye.
Bi riya vî rêzefilmî de dixwazin ku şikil û şemalekê bidine artêşa xwe. Nakokiyên di nav xwe de çareser bikin û ji nû ve li hevhatina saziyên xwe yên leşkerî pêk bînin. Yanî mirov dikare bêje ku ev rêzefilim ji bo li hev helalkirinê ye. Yan jî… ji hevketina ku di Tirkiyeyê de tê jiyîn bi taybetî ya di hindirê artêşê de jî bi rûyekî din bidin nişandan.
Dixwazin xwe bihêz bidin nîşandan
Galaya rêzefilmê yên bênava ku çêkirin û hemû saziyên artêşê li wir li hev civandin rûyê herî sexte ku dixwaze bi riya wê ser binkeftinê xwe binuxumîne û veşêre. Xelatên ku bi lîstokvanê rêzefilim vekirin kum û kuniyên leşkerê ku qaşo di van şera de hatine kuştin bû. Bi vê yekê dixwazin bêjin ku, yên ku li xwe bikin hîna hene û vaye em bi hêzin. Ji bo vê yekê îdî dayîreya navendî ya artêşa tirk bi riya xebatên bi vî rengî wê hukmê xwe li ser civakê bike.
Îstîsmara olê, faşîzm û reşkirin
Bi giştî gava mirov li rêze filmî temaşe dike, dibîne ku temayê wê li ser gurkirina dînê Îslamê ku xistina xizmeta berjewendiyê siyasî, nijatpestî-faşîzm, reşkirina Tekoşîna Azadiya gelê Kurd û ya herî girîng amedekirina civakê ji bo şerekî dûr û dirêj ku jê veger nîne.
Lê pêwîste ku peyamên veşartî rast were xwendin. Ew jî eve. Tayib Erdogan dixwaze bêje bi riya çeteya ku li derdora xwe civandine, ji bo deshilatdariya xwe Tirk, Kurd, artêş, civak, welat bi ekonomiya wê ve, tiştekî ku ez nekim qurban nîne. Ji bo wê DAIŞ a ku bi zihniyet û rêbazê serdema navîn maye û hewqas kiriyarên hovane di Rojhilata Navîn û cîhanê dike, heman tişt bi hukmê Erdogan ê ku ihtiyaç nabîne xwe veşêre jî bi DAIŞ’ê re di hevkariyê de ye.
Rêzfîlm an qeşmerî
Ya herî rast ewe ku em bejin ku Tirkiye kiriye navenda kiriyarê wa yên hovane û xwe jî weke rêberê wan yê di şiklê modern a çor de diyar dike.
Di vî rêzefilmê xwe yê şerê teybet de, ‘Allah Allah’ a lîstikvan ên rola fermandarên artêşê dilîze, Erdogan jî her roj qîre qîra wî ye di qadan de bi navê Îslamê. Ti gel û netew nema ne ku dewleta Tirk bi wan re şer ne kiriye, ti qirkirin û wêrankirin nemaye û pêk nanîne. Di kû re derbas bûne golên xwînê li dû xwe hiştine. Ji bo wê jî di tu rêzefilman de artêş Tirk ewqasî qeşmer û komik diyar ne bû ye.
Dijberiya dewletên rojava
Xwestine ku di rêzefilmê xwe yê saziya şerê taybet, de hinek xemla hunerî bidinê de. Lê meqsed ew ku tengaviya mijarê xwe yên siyasî ku dinavbera wan û dewletên rojava de derketiye bidine nişandan. Dewleta Tirk ji ber aloziyên siyasî û aborî nefesê nakişîne û di tecrîdê de ye. Weke ku di gotinên filîm de derbas dibe jî, ji dewletên rojava pir hêrs bûne. Çima weke berê li dijî Kurdan wan destek nakin û pêşiya wan venakin da Rojayê Kurdistanê dagir bikin.
Ji bo dewletên rojava di rêzefilma bê navan de dewleta Tirk vê peyamê dide; ger ya em dixazin em bi dest nexin emê we wekî piştevanê Kurda bidine nişandan.
Di vî rêzefilmê ‚bênavan‘ de ku rastî jî dozeke rasteqîn û însanî nebe, dîrok navê tu kesî li ser rûpelê xwe xêz nake. Artêşa Tirk awqa milayîm, ewqasî paqij xwestine bidine diyarkirin ku ew bi xwe jî nikarin ji derewên xwe bawer bikin.
Gêrilayên ku felsefeya jiyana azad bi heskirina xwe ya mirovane ji hemû cîhanê ve tên nasîn, wekî kujrera, ne xweşik hilbijartine û didine nişandan. Ya rast pêwîste em bêjin ku artêşa Tirk bi fen û fûtê xwe, cih bi hev dane guhertin.
Profîla Kurdan; cahil, sîxwûr, xizmetkar
Di rêzefilim de nerîna dewlet û artêşa Tirk jî bi zelalî ya ji Kurdan re derdikeve pêş. Kesayetên bi rola Kurdan radibe û nêzî dewletê ne, wiha dane nişandan. Yê yekê lewlewok nizane çi diaxive û nezane. Yê didoyan xizmetkarekî koleye, yê sisiya jî sîxur, dûvik û kujerê gelê xwe ye. Ji bo vê yekê ev însanên ha îdolên dewleta deshilatdarin û xwe bi wan pesin didin.
Lê gel jî di nav de, her yekî ku dawa mafê xwe dike wana wekî terolîst û xwînmij dane nîşandan. Ango di riya şaş de ne û pêwîste ku dewlet wan restore bike. Bêyî ku fedî bikin û beyî ku ti hîmê rêgezê mirovahiyê bidin ber çav, ji Kurdan re dibêje ku ger tu nasname, welat, adalet û mafê jiyaneke xwe ya azad bixwaze, ezê bê rehm bi ser te de werim û tine bikim.
Banda popilar nabe huner
Bila artêş û hukûmeta Erdogan bizanibin ku bi van rêzefilman nikarin bigihin tu deran. Ji ber ku huner cîhana hesta ye. Cihana ramanê xweşik, edalet û parvekirina xweşikbûnê ye. Lê di rêzefik û xebatên we yên ku koka xwe ji çanda popiler digre, nikare behsa şopên hunerê jî bike.
Gava te got huner ti behsa mûhbet û evîna mirovahiyê dike li ser rûyê gerdûnê. Ne ku di riya wê de ti rabe nîfaq û dijminatiyê têxe nava mirovan. Gava ku te got huner şûna guleyan ti gula diçîne û her der bi hest û hêviyên buharê dixemilin. Di zagonê cihana huner de kes mafê kesî na xwe û desteser nake. Lê bele huner vê dike îbret û teşhir dike. Cihana deshilatdariyê ku dixwaze cewherê huner jî berovajî bike, tenê ew, wê di nava agirê wê de bişewite.
Yên ku di xwezaya jiyana xwe de ji çanda hunera azad tên, tenê ew dikarin bêjin em mayindene. Dîrok bi ser bilindî navê wan di dîroka xwe de xêz dike.
Çi dibe bila be wê dawiya wê muhteşem be
Çiyager, Arjîn, Îslam û Sêvê… Her tîpekî di van navan de wateya hebûna nasnameya gelekî ku bi dû mafê jiyan xwe azad de ye. Him nav li xwe kirin û him li me. Jiyan me jî bi qasî asoyan manidar kirin. Ger di dawiya gihiştina lûtikeya herî bilind de mirin jî hebe, dîsa ew rêwiyên wê ne. Ji bo gihiştina ronahiyê mirov hatin şewitandin û li sêdara hatin xistin. Lê dîsa jî ewin yên mîrasê azadiya ku riya mirovahiyê ronî dikin û xwe li ber agirê zanistiya wan germ dikin.
Ji bo gihiştina vê nîrvanayê bi giyanê xwe yê şaîrane, bi wa hinasên wa yê ku dibin awazê hozan û qehremanê destanên zarokên ku wê sibe riya wa bişopînin. Ji bo vê yekê dawiya wê çi dibe bila bibe wê muhteşem be.

