Bendavên ku xwezaya herêmê û ekolojiya herêmê xirab dike, bandoreke neyî li ser jiyana rojane ya welatiyan jî dike. Welatiyê bi navê Ziya Esmer ê li gundê Agaçkurur a ser bi bajaroka Haznalîk a navçeya Pasûr a Amedê rûdinê, diyar kir ku ji ber bendavan ew mexdûr bûne.


Ajalên avî dimrin

Esmer destnîşan kir ku ji ber Bendava Yildizli ya li ser Çemê Pasûrê hatiye çêkirin, gelek masî mirine û eşkere kir ku ji ber mudaxaleyên xwezayê, jiyana gelek zindiyan di xetereyê de ye. Esmer bi lêv kir ku ji ber bendavan di gelek newalan de û di herikîna avê de bêahengî çêbûye û wiha got: "Di destpêka çêkirina bendavan de tenê me 2 mehan tengasî dikişand, lê niha di hemû mehên salê de em pirsgirêkan dijîn. Ji ber avakirina bendavan di gelek newalan de ji ber bêahengiyê, av bilind dibe gelek deveran dide ber xwe. Heta bendav tune bûn tu pirsgirêkên me tune bûn. Tenê 2-3 meh pirsgirêk derdiket. Lê piştî bendav hatin çêkirin û ji ber bilindbûna avê, pirsgirêkan rû da."

Gundiyan pir çêkir

Esmer da zanîn ku dema av bilind dibe gelek xetere derdikevin holê û eşkere kir ku wan wekî şêniyên gund ji bo di navbera riya bejayî û gund de li ser Çemê Qulpê pir bê çêkirin serî li qaymeqamiyê daye û wiha got: "Qaymeqam got, ew dê pirê çênekin. Piştî ev dawxaza me hat redkirin me bi derfetên xwe pir çêkir." Esmer diyar kir ku ji ber bendavê ew nikaribûn biçin gundê xwe her çendî serî li berpirsiyarên bendavê dabin jî hemû daxwzên wan hatine redkirin. Esmer bi lêv kir ku ew ji ber Bendava Yildizê di gundê xwe de dîl hatibûn girtin û wiha pêde çû: "Ji ber van bendavan hemû xwezaya me ser û binî bû. Di 12 mehên salê de ji ber ku bi carekî de qapaxên bendavên tên vekirin, em rojên dijwar derbas dikin."


Jiyana li gund xera bû
Esmer diyarkir ku wan bi derfetên xwe pir ava kiriye û bi vî şeklî pirsgirêkên xwe çareser kirine û bertek nîşanî rayedarên dewletê da. Esmer eşkere kir ku tenê derfetên gundê wan hebû li ser çem, pir çêkirin û diyar kir ku ji ber ku gelek gundên herêmê derfetên wan tune bûn pir çêbikin, neçar man ji gundên xwe koç bikin. Esmer destnîşan kir ku welatiyên ku nêzîkî çem in jiyana wan di xetereyê de ye û wiha got: "Pergala me ya li van gundan ser û binî bû.  Di carekî de berdana avê bi xwe re gelek xetereyan tîne. Heta me pir çênekiribû, tu kes nikaribû ji çem derbas be. Me serî li rayedarên bendavê jî da, lê pir çênekirin. Herî dawî me bi derfetên xwe pire çêkir." Ji hêla din ve li Kurdistanê çêkirina bendavan bi hemû leza xwe didome, her çendî ava Çemê Pasûrê kêm be jî dîsa çêkirina bendav û HES'an berdewam dike.

DÎHA/AMED