Operasyona Tebqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxên Hey Ewwel, Tanî û Salisê yên Tebqayê bi pevçûnên dijwar didome. Hêzên QSD’ê yên ku hema bêje temamiya kontrola Tebqayê ketiye destê wan, niha berê xwe dane bendava herî mezin a Rojhilata Navîn, Bendava Tebqayê. Di operasyona ku ev 44 roj in didome de, şervan pêşveçûyîna xwe ya li nav bajêr didomînin û her wiha li navenda bajêr fealiyetên wan ên lêgerînê jî didomin. Li navenda bajêr, şervanan gelek noqteyên leşkerî û cebilxaneyên çeteyan bi dest xistin û her wiha gelek çete jî esîr girtine. 
Ji fermandarên QSD’ê Rojda Felat operasyonê nirxand û ragihand ku, ji bo windahiyên wan çênebin ew bi awayekî hayjixwe bi pêş ve diçin. Felat, anî ziman ku hêzên wan derbasî aliyê din ê Çemê Firatê bûne û got ku, bi vê re êrîşên DAIŞ‘ê zêdetir bûne. Felat, da zanîn ku, DAIŞ bi wesayîtên bombebarakirî û çekên giran hêzên wan hedef digirin û got ku, ew jî li dijî van êrîşan bersivê didin û hemû êrîşên wan şikandine. 


150 gund û mezrik azad bûn


Felat, ragihand ku ew di asteke girîng a pêngavê de ne û got: “Pêşî me Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê û riya Tebqa-Reqayê bi dest xist. Piştî ku me bajêr dorpêç kir, vê carê jî em ber bi navenda bajêr ve çûn û niha piranî jê di bin kontrola me de ye. Heta niha windahiyên me pir hindik in. Hema bêje me 150 gund azad kirin. Li gel bi dehan mezrik û cihan, taxên bajêr jî di bin kontrola me de ne.” 


Felat, îşaret pê kir ku niha hêzên wan ber bi Bendava Tebqayê ve diçin û got ku, DAIŞ propagandayeke reş dike, belav dikin ku rîska teqandina bendavê heye û dixwazin bi vê re bala hêzên navnetewî bikşînin. Felat wiha domand: “Bi vî awayî dixwazin em wê derê rizgar nekin. Tu rastiyeke van gotinan tune ye. Diyar dikin ku qaşo em ê wê derê birûxînin û biteqînin. Ev ne rast e. Ji bo zirar negihêje bendavê em dem bi dem ekîbên teknîkê yên ji endezyaran pêk tên dişînin wir. Niha nîviyê bendavê di bin kontrola me de ye. Ji bo em temamiya bendavê bi dest bixin, me rêbazên cuda û nû xistine dewrê. Bendav li ber rizgarkirinê ye. Em ê di demeke nêz de vê mizgîna xêrê ragihînin gelê xwe.” 




Reqayî piştvanên QSD’ê ne


Felat, dest nîşan kir ku ji ber DAIŞ hay ji girîngiya stratejîk a bendavê heye, hemû hêzên xwe li wir bi cih kirine û got ku, heke bendav bê rizgarkirin dê dengekî mezin bide û dê bi vê re moralên wan serobino bibin. Felat, da zanîn ku ji ber vê yekê DAIŞ bi hemû hêza xwe bendavê diparêze. Felat, anî ziman ku ew ê di demeke kurt de vê operasyonê jî temam bikin û got ku, ji bo bi temamî Reqa bê dorpêçkirin divê Bendava Tebqayê bê stendin û got: “Me li ser bangawaziya gel a ‘Werin me rizgar bikin’ me dest bi vê pêngavê kir. Ev rewş coş û kêfxweşiyeke mezin dide me. Em bi xwe bi sîvîlên ku dibin qadên ewle re eleqedar dibin. Kêfxweşiya xwe bi me re parve dikin. Her wiha di vî warî de bi eşîretên Reqayê re jî pêwendiyeke me ya xurt heye. Eşîret cihê tevlî me dibin.” 


NAZIM DAŞTAN / DÎHABER / REQA