Derhêner Alî Guler têkildarî belgefîlma xwe ya bi navê Dîroka Mirina Avê peyivî; ev belgefiln li ser Heskîfê û Geliyê Dîcle ye ku bi çêkirina Bendava Ilisû ya nêzî Germavê re dê av bide serê. Ergul got, di nava Geliyê Dîcle û Heskîfê de sembol heye û got, “Di belgefilma xwe de min xwest behsa çêm bikim. Deng hene, kesên ku diaxivîn rûyê wan xuya nake. Têkoşîna ji bo Heskîfê, têkoşîna mirovahiyê hemûyî ye. Ev mirov yan mirin yan jî hatin kuştin. Ji ber vê, min xwest ez hinekî mijarê gelêrî bikim.”
Ergul, da zanîn ku wî gotina “A tê tunekirin çîroka te ye” ya di belgefilmê de, ji ber gotina “A tê gotin çîroka te ye” girtiye li helbestvaneke Romayî ji Karl Marx îlham girtiye û wiha domand: “Di belgefilmê de min xwest vebêjim, çi tê serê bajêrekî bê tinekirin. Derdekî min ê belgefîlmê bi profesyonelî çêkim tinebû. Min tenê xwest behsa Heskîfê bikim. Mirovan tişt bi gotin kirin, û min jî navbeynkarî kir. Heger em karibin vê belgefilmê bi gelek kesan bidin temaşekirin, wê demê bi wate dibe. Kesên ku Heskîfê nas nakin, wê demê dê nas bikin û tişta tê tunekirin dê bibînin.”
Jinan bê gotin Heskîf bi ziman kir
Ergul bal kişand ser dema kişandina belgefilmê û got, “Ji bo jinên neaxivîne, pirr zehmetî dît. Jinan di belgefilmê de Heskîf bêyî ku bipeyîvin, îfade kir. Bêyî gotin, felaketa ku dê di penabertiyê de bijîn, vegotin. Min jî belgefilma xwe diyarî wan jinan kir ku nekarîn biaxivin û bêdeng man.”
Em xwedî li Heskîfê derkevin em ê bibin pêşeng
Ergul, bi bîr xist ku ji bo ku av nede ser Heskîfê, tim bawerî û hêvî heye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Şensekî me yê ku em karibin vê dîrokê tine bikin tineye. Heger em tine bikin, em ê xwe tine bikin. Heger em Heskîfê xelas bikin, em ê xwe xelas bikin. Heger em xwedî li Heskîfê derkevin, em ê li cîhanê pêşengtiya têkoşînên bi vî awayî bikin.”
ÊLIH