
'Bila her kes li dijî rapora ÇED'ê derkevin'
Çetînkaya, anî ziman ku perpirsiyariya wan a parastina xwezayê û li dijî bendav û HES'an hişyarkirina welatiyan heye û wiha got: "Ji bo ku çekirina bendav û HES'an bi welatiyên herêmê bidin erêkirin xebatê dimeşînin. Her wiha dixwazin raporê bi ÇED'ê jî bidin erêkirin. Pêvajoya projeyên HES'ê û bendavan yên li ser geliyê Pilumoriyayê didome. Ji bo projeyan bidin qebûlkirin ketine nava îknakirina gel û dixwazin ÇED jî raporê erê bike. Ji niha de di rojnameyên fermî û walîdiyê de îlan hatine dayîn." Çetînkaya, bilêv kir ku piştî ÇED'ê rapor amade kir û destûr da, dê dest bi îşnaatan bikin. Çetînkaya, ji her kesî xwest ku li hemberî rapora ÇED'ê bereken xwe bînin ziman û li dijî raporê derevin.
Çetinkaya, anî ziman ku dixwazin Regulatora Pilumoriya û HES li mewkiya Kirmizikopru ava bikin û wiha axivî: "Lê ev yek di raporê de wekî ku 2 kîlometre dûrî Kirmizikopru be tê xuyakirin. Weki ku di nava çemê Pilumoriyayê û çemê Haskarê de bê avakirin didin xuyakirin. Di projeya berê de jî li herêma Dokuzkaya li pêş çemê Dokuzkaya reglator ava kiribûn.
FERHAT ARSLAN - DÎHA/DÊRSIM