Bîjnens da zanîn ku ew ji Kampanya Jîndarkrina Dîcle û Qamirgehên Iraqê tevlî sempozyûma Heskîfê bûye û got, “Bendava Ilisû bandorê ne bi tenê li vê herêmê dike, bandorê li Iraqê jî dike. Li hemberî Bendava Ilisûyê, em li Iraqê jî vê kampanyayê dimeşînin. Bendava Ilisûyê wê di ehman demê de bandorê li qamirgehên li başûrê Iraqê jî bike, ku ev mezintirîn qamirgehên Rojhilata Navîn e. Hebûna min a li vê derê jî piştgirîdayîna gelê Êlih û Heskîfê û dijderketina li bendavê ye.”
Toon Bîjnens bal kişand ser mezinahiya xisara bendava Ilisû rê li ber vedike û da zanîn, ev yek wê rê li ber bêedaletiay civakî veke. Bîjnens got, “Eger bendava Ilisû bê çêkirin, asta avê ya diçe Iraqê wê gelekî kêm bibe. Li gorî texmînên me wê ji sedî 25 kêm bibe. Lewma karê çandiniyê yê li Iraqê wê tine bibe. Di heman demê de wê ava vexwarinê jî kêm bibe. Bi kêmbûna avê re aborî jî wê derbek mezin bixwe. Mînak li Qamirgehan karê masîgiriyê gelekî tê kirin. Li wir wjî wê masî nemînin. Ji her alî ve bendava Ilisû rîskek mezin e. Divê av nebe sedema şer bibe sedema hevkarî û aştiyê. Di navbera welatan de li ser vê mijarê mutabaqat divê. Di mijara parvekirina avê de divê pêşî li bê edaletî û şer neyê vekirin.”