Lê HES û bendavên ku tenê vîtrînan dixemilîne,  dibe sedema jiyana welatiyên ku li herêmê dijîn. Di encama qezayên ku tên jiyîn de ji bilî mirinê tu feydeyên wê tune ne. Li gelek welatên cîhanê bi lêgerîna çavkaniyên enerjiya alternatîf re yek bi yek, ji projeyên HES’ê dest ber didin û li Tirkiyeyê jî AKP  berevajî vê polîtîkayê dimeşîne. Bi hincetên weke ‘ewlehî, enerjiyê’ lê di esas de bi armanca rantê komkujiya xwezayê û her wiha qetla mirovahiyê didomîne.

Mirinan diafirînin
Li Kurdistanê ku li gelek cihên jiyan û qadên jiyanê HES, bendav tên avakirin. Ji van projeyan 18 li Sêrtê ne. Ji van heta îro 2 temam bûne û çêkirina 4'an jî didome. Yek ji bendavên ku hatine temamkirin bendava Alkumru ya li ser çemê Botanê hatiye avakirin e. Ji roja destpêkirina çêkirina wê ya di sala 2011’an heta niha qeza û mirin çêbûne. Her wiha duh jî ji ber bilindbûna ava bendavê gelek kes bi ber avê ketin. 3 jê zarok 6 kes bi ber avê ketin. Her wiha 3 jê giran 9 kes jî birîndar bûn. Bendava ku taşeroniya wê Lîmak Holdîngê kiriye û vekirina wê jî lîderê AKP’ê Tayyîp Erdogan kir, heta niha bû sedema gelek  karesatan. Di pêvajoya înşaeta bendavê û piştî wê de di 7 qezayên cuda de 19 karker birîndar bûn û 3 ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên hikûmet û şîrketa Lîmakê ku ji bo bendavê digotin, hem çavkaniya enerjiyê û hem jî ya îstîhdamê ye. Di qezayên ku her sal tên jiyîn de mirina zarokan didome.
DBP, ÎHD, KESK ji bo balê bikişîne ser xetereyên ku bendav diafirînin de gelek çalakî pêk anîn. Yek ji van çalakiya kon a ku meha buhrî pêk hat. Lê desthilatdariya AKP’ê  li dijî kesên ku dixwazin van karesatan vebêje bêdeng man. Ew bi xwe dibe berpirsê mirinan. Parêzvana mafê mirovan Vetha Aydin jî ku dema Serokatiya ÎHD’ê ya Sêrtê dikir, bû şahidê qeza û mirinên wisa. Aydin diyar kir ku ji roja ku çêkirina bendava hatiye destpêkirin heta niha qeza û mirin çêbûne û got ku vê di 2012’an de berdewam kiriye. Aydin da zanîn ku 2 sal berê bav û zarokên xwe bi avê de çûne û li dijî xetereyan tu tedbîr nehatine girtin. Aydin bi lêv kir ku dema ku qepaxên bendavan tên vekirin, sîreneke hişyariyê tune ye û got ku divê kesên derdora bendavê bên hişyarkirin. Aydin diyar kir divê ji bo vê pergalake bi bandor bê avakirin û got: “Salek berê sîren bicihkirin. Lê ew baş naxebitin.”

SÊRT