Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'yê, rêzehevdîtinên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo lidarxistina konferansa neteweyî dest pê kiribû, bi dawî kir. Şandeyê piştî nîvroyê bi nûnerên Tevgera Goran re di nûnertîya wan de hevdîtin pek anî. Piştî hevdîtinê şande bi Serokê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Kemal Kerkûkî re hatin ba hev. Berpirsê têkiliyan Celal Cewher axivî û got; “Tevî fikarên me em dilxweş in. Divê piştî vê konferansê kongre bê lidarxistin.

'Armanc çareseriya pirgirêkên navxweyî ye'
Parlementera BDP Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku ji aliyê demokratîkbûnê ve pirsgirêk hene lewma divê demildest ev konferans bê lidarxistin û got; "Jixwe armanca sereke ya konferansê çareseriya pirsgirêkên navxweyî ye. Divê em neteweya xwe li derveyî welat jî bidin nasîn. Êdî bila nûnereke Kurdan jî di nav Neteweyên Yekbûyî (NY) de cîh bigire û pirsgirêkên me yên derveyî welat çareser bike.”
Piştî hevdîtina bi Bizûtnewey Goran (Tevgera Guherînê) re şande çû hevdîtina Serokê Parlamentoya Herema Kurdistan a Federal Kemal Kerkûkî. Hevdîtina ku berpirsê Peywendiyên PDK’yê Ehmed Kanî jî tevlîbûyî demjimêrekê/saetekê berdewam kir. Kerkûkî dilxweşiya xwe ya hewldanên konferansê anî ziman û wiha axivî: "Em ji hatina şandeya Kongreya Civaka Demokratîk û BDP'yê her wiha hewldanên wan ên ji bo konferansê gelekî dilxweş in. Lewma erka bikeve ser milê me em ê pêk bînin."
Piştî rêzehevdîtinan şande derbasî buroya Ajansa Nûçeyan a Dîjleyê (DÎHA) ya Hewlêrê bû û li vir daxuyanî da çapemeniyê. Parlementer Ozdal Uçer li ser navê şandeyê daxuyanî da û got; "Me bi hemû partiyan re hevdîtin pêk anîn. Helwesteke hevbeş derket holê. Me pêşniyar kir ku konferans di Newrozê de bê lidarxistin. Em ê ji bo avakirina komîteya amadekar xebatên xwe bimeşînin."
Şande piştî daxuyaniyê ber bi Dihokê ve bi rê ket. Şande li Dihokê ji bo serdana Wanê û alîkariya mexdûrên erdhejê jî spasiyên xwe ji Parêzgarê/Waliyê Dihokê û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl kirin û ber bi Silopiyê ve bi rê ketin.

ANF/HEWLÊR