Di van demên dawiyê de rastgirên turdraw û çepgirên radîkal li Ewropayê derdikevin pêş. Krîza li Ewropayê dibe hebûna neteew-dewletan bixe xeteriyê. Ya herî zêde derdikeve pêş jî hikûmeta Merkel a Almanyayê ye. Bi ya hinekan Merkel 'rizgarker', bi ya hinekên din jî Ewropayê ber bi kendal ve dibe.
Armanc ew e ku ‘vîrusa’ krîzê li welatên din belav nebe. Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) ya parzemînê ji bo Fona Aborî ya Malî ya Ewropayê (EFSF) kete nava tevgerê. ERSF û Mekanîzmaya Piştgiriyê ya Ewropayê (ESM) ku piştre hate avakirin ji butçeya xwe heta niha 200 mîlyar Eoru daye Îrlanda, Yewnanîstan, Portekîzê. Roja înê ji bo ku bankeyên li ber îflasê ne û Îspanya teslîmê îflas kirye ji bo wê 100 mîlyar Ewro hate veqetandin.
Di dorê de Îtalya heye!
Wezîrên maliyeyê yên welatên Eour ku biryar dan pere bidin Spanayaya ku xwedî aboriya herî mezin a çaremîn ya Ewropayê ye, hêj şert û mercên aşkera nekirine. Her wiha, fikar û guman heye ku krîz piştî Spanyayê li welatekî din yê Ewropayê yê mezin Îtalyayê xwe bide der. Bi heman awayî dibe ku bankaya Qibrisê jî di warê krîzê de li zingilê bixe. Dema mirov vê tabloyê bîne ber çavên xwe li gorî kesên analîstan Euroya ku deh sale heye û ji bo li ser piya bê hiştin ji pereyê hevpar bê derxistin.
Di dawiya mehê de li Brukselê civîna bilind a rêberên YE’yê pêk tê û dê hemû polîtîkayên Euro ji nû ve nîqaş bikin. Beriya zîrveyê li Brukselê xebateke berfireh heye. Piştî rojnameya Die Welt, kovara Alman ya navbdar Spîgel jî diyar kir ku serokê komîsyona NY José Manuel Barroso, sekreterê giştî yê Konseya Ewropa (KE) Herman Van Rompuy, serokê koma Euro Jean-Claude Juncker û serokê Bankaya Navendî ya Ewropayê Marîo Draghîn ji bo planeke nû ya rizgariyê dixebitin.
Li gorî planê dê ji meclisên netewî lijneyek hevpar bê avarkirin û deynên Ewropayê kontrol bike. Her wiha dê bankayên Ewropayê bixin bin çavdêriyê. Ligel van hemû saziyên nû, rêberê sosyalîst yê nû yê Fraseyê Hollande israr dike ku Eurobond bê derxistin û dê ev jî di civîna bilind de de mijara nîqaşê be.
Welatên Ewropa ber bi krîzan ve diçin, lê Almanya her ku diçe di warê aboriyê de mezintir dibe. Serokwezîra Alman Angela Merkel li beramberê paketên alîkariyê yên didin welatên ketine krîzê yên Euroyê, dixwaze ku “kemberê bişidînin.” The Economist a Îngilîzan di hemjara xwe ya dawiyê de bal kişand ku cîhan bi krîza aborî re rû bi rûye û îdîa kir ku rizgarkera ji vê krîzê jî Merkel e. Rojnameyê heta ragihand ku Merkel li hemberî xeniqînê avjenî (melevanî) hîn dike.
ANF/BERLÎN