Civîn bi dirûşmeya “Sûriyeya yekbûyî misogeriya jiyana hevbeş û biratiya gelan e” û bi tevlibûna 200 delegeyan, li Salona Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê dest pê kir. Di vê civînê de nûnerên pêkhateyên herêmên Rojava û bakurê Sûriyeyê yên kurd, ereb, asûrî, sûryan, çeçen, tirkmen û ermenî yên herêmên Rojava, Şehba, Minbic û Helebê amade bûne. Nûnerên Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê û Girê Spî, Hevserokên Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham El Hadî û Hediya Yûsif, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), nûnerên TEV-DEM’ê, nûnerên rêxistinên jinan ên Rojava jî di civînê de cih digirin.
Civîna dîrokî
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham ve hat kirin. Deham Himedî El Hadî diyar kir ku ew bi bawerî û israreke mezin ji bo dîtina çareseriyekê li vir civiyane û wiha dom kir: “Em dixwazin ji bo rêveberiya Rojava û bakurê Sûriyeyê çareseriyeke baş bibînin. Ev kêliyên ku em jiyan dikin kêliyên dîrokî ne. Em hêvî dikin ku hûn li gorî berpirsyartî û bare xwe tev bigerin. Em jî dê bi hemû hêza xwe piştgiriya we bikin.”
Yekîtiya Sûriyeyê
Piştre jî Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Mensûr Selûm jî axivî. Mensûr Selûm jî destnîşan kir ku dê ev civîna bibe civîna yekitiya Sûriye û bidestxistina mafên pêkhateyên wê û wiha pêde çû: “Bi saya berxwedaniya YPG/YPJ’ê ev civîn dê bibe yekitiya xaka Sûriyeyê. Divê em layiqî xwîna şehîdan û rêya wan bin. Ev yek jî bi avakirina Sûriyeke demokratîk û sîstemeke ne navendî pêk tê.
Herî dawî jî li ser pêşniyara Komîteya Amadekar a Civînê Aldar Xelîl, Sofya Yûsif, Derya Remezan, Emced Osman, Şêx Mihemed Şêx Şehadê ji bo birêvebirina civînê hatin qebûlkirin. Her wiha ji bo nivîsîna pêşniyarên beşdaran jî 9 kes hatin hilbijartin.
Partî û rêxistinên tevlî bûne
Di civîna Meclisa Damezrîner a Avakirina Sîstema Rojava û Bakurê Sûriyeyê de, 200 delegeyên ku ji nûnerên patiyan, rêxistin û tevgerên Rojava û bakurê Sûriyeyê û ji kesayetên serbixwe pêk tên tevli civînê bûne.
Di vê civînê de nûnerên 31 partî û rêxistinên ku tevlibûn wiha ne: “Partiya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Wîfaq a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Rêform, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûkirin a Kurdistanê, Yekitiya Niştimanî ya Azad, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Wehdê), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Modernîteya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê, Desteya Niştimanî ya Erebî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, Rêxistina Sara a Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê, Navenda Civaka Sivîl a Demokratîk, Navenda Perwerde û Zanistê ya Jinê, Rêxistina Avrîn, Saziya Olan, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Vîna Gelan û Yekitiya Jinên Suryan.”
Ev civîn çi bêje Turkmen qebûl dikin
Nûnerê pêkhateya Turkmen Esad El-Yasîn ku tevlî civîna li Rimêlanê bûye, got: “Projeya ku ev civîn qebûl bike, em jî weke pêkhateya Turkmen dipejirînin.”
Esad Beşîr diyar kir ku di vê civînê de ew ê pêşniyarên li ser sîsteman hatine nîqaş bikin û wiha pê de çû: “Em ê tevlî hemû nîqaşan bibin û bend bi bend bikin goftugoyê. Em ji bo welatê xwe pêşerojek herî baş dixwazin. Ji ber vê yekê em ji vê civînê xweşbîn in. Dixwazin Sûriya bi tevahî yekbûyî bê parastin û mafê hemû gelan tê de parastî be.” El-Yasîn di dawiya axafitna xwe de serkefitin ji her kesî re xwest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hêvî ne nimuneya çareseriya ji vê derê derkeve gelên tevahî Sûriyeyê jê sûd werbigirin.”
ANHA/GIRKÊ LEGÊ