Hevdîtinên heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) a bi rayadarên Herêma Federal a Kurdistan û saziyên sivîn ên civakî re bi dawî bû. Heyeta KCD'ê û BDP'ê bi Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesud Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya berê Berhem Salih re hevdîtin pek anîn. Heyetê pişt re bi Serokê Konfedêrasyonê Sazîyen Sivîl ya Herêma Kurdistanê Ednan Enver Beg, Serokê Yekîtîya Parlementêren Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah û revebirên YPK, Partîya Îslamî ya Herêma Federal a Kurdisitanê û rayadarên herême re hevdîtin kirin.

Turk: Heta meha Hezîranê dê pêk pê
Hevsêrokê KCD Ahmet Turk û Hevsêrokê BDP Selahaddîn Demîrtaş der barê gera xwe de nerîn û çavdêriyên xwe ji ajansa me DÎHA’yê re vegotin: Turk, diyar kir ku hatina wan a Herêma Federal a Kurdistan bandorek baş çekir û wiha got: “Me bi hemû partîye Kurdan û rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê re hevdîtin pek anî. Ev hevdîtin pir erênî derbast bûn. Me fikr û ramanê xwe parve kir. Me li ser guhertînên Rojhilata Navîn û cîhanê niqaş kir. Le li ser yekîtiya gelê Kurd li hev kir. Me ji her demê zedetir giringiya yekîtiya Kurdan derxist zanabûnê. Ji bo konferansê me biryar girt ku 12 kesên çar parçêyen Kurdistanê 3 kes bibin lijneya amadekarê konferansê.
Turk anî ziman ku divê ev konferans bibe konferansa hemû Kurdan û siyaseteke netewî derxe holê û wiha axivî. "Bo wê yekê herkes dixwaze bikeve liv û tevgerê. Em dijminatiya gelên Rojhilata Navîn nakin û ev hewldanên me ji bo yekitiya Kurdan û çaraserkirina pirsgêreka Kurd yên her çar parçeyen Kurdistanê ye. Hemû kesayet, rêxistinên sivîl, olî û partiyen siyasî yên Kurdan bi fikir û ramanên xwe tevli konferansê bibin. Ev konferans bi taybetî jî ji bo parastina mafê Kurdan ya her çar parçêyen Kurdistanê ye. Bi her awayî her beşa Kurdan fikir û ramanê xwe bîne rojeva konferansê û bo çaraserî nêrînek hevbeş derkeve holê. Hevdîtinên me pir germ derbas bûn û me di nav gel de jî germahiyek pir mezin dît. Ya girîng ew e ku di nav hemû Kurdan de ji bo yekitiya neteweyî germahiyek heye."

'Beyî PKK'ê nabe'
Turk der barê nîqaşên 'Pewîste PKK çek berde piştre konferans were lidarxistin û yan jî PKK di konferansê de cih negire' wiha got: "Rastî ew e ku PKK li her çar perçeyên Kurdistanê de di nav gelê Kurd de cîhek mezin girtiye û hêzeke mezin û berfireh e. Ger PKK bi fikir û ramanên xwe di nav vê xebatê nebe, bi rastî ev bo yekitiya Kurdan zirarek pir mezin e. Ji ber vê yekê lazime hemû partî û rêxistinen Kurdan di konferansê de cih bigirin. Pêwiste bejewendiyên netewa Kurd nebe qurbana berjewendiyên şexsî."
Turk der barê pêşketinên li Sûriyeyê jî wiha got: "Rastî firsendek mezin li Sûriyeyê heye û eger em bi fikir û ramanek hevgirtî nezîkî wan firsendan nebin nabe. Divê em di nav partiyên Kurdan de yekitiyê ava bikin. Pêşketinên li Rojava dê tesîrê li bakûrê Kurdistanê jî bike. Divê em ji bo pêşeroja Kurdan bi mêjiyek hevpar tevbigerin."

Demîrtaş: Divê siyasetmedar jî xwe amade bikin
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar gelê başûrê Kurdistanê ji bo konfrensê amade û wiha axivî: "Me ji bo lidarxistina konferansa netewî helwestek nîşan da û me xwest konferans herî dawî meha gulan an jî hezîranê bê lidarxistin. Edî gelên me yên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo konferans û avakirina yekitiya netewa Kurdan xwedî helwest in. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê gele Kurd bo yekitiyê xwedî helwest in, lê mixabin siyasetmedarên Başûr di vê mijarê de hê jî xwedî helwestek nîn in û ev jî mijjara rexneyê ye. Divê yekitiya netewî ji fantazî û gotinê derbas bike û bikeve pratîkê. Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan yên çar parçeyê Kurdistanê siyaset xwe bikin yek. Hevdîtinên me ev nêrîn derxist holê."
Demîrtaş diyarkir ku bo yekîtiya netewî bingehek mezin heyê û wiha got, "Ev destkeftiyên ku derketine holê berpirsyariyek mezin dide ser milê me. Bi taybetî jî ev bar ji ber ku demek direje di nav Kurdan de xwedî rolek mezine dikeve ser milê Tevgera Azadiya Kurdistanê." Demîrtaş hişyar kir ku divê kes nekeve pey berjewendiyên xwe yên şexsî û wiha pê de çû: "Êdî di vê sedsalê de bingeha azadî û yekitiya Kurdan bê avakirin. Êdî Kurd wek aktorek girîng di sedsala nû de bikeve rojevê. "
Demîrtaş da zanîn ku dê ji bo dîplomasiya derve jî bikevin nav liv û tevgerê û wiha got: "Di vê demê de em hewl bidin ku di asta herî jor de dîplomasiya derve pêk bînin. Em e ji Amerîka, Fransa û gelek dewlêten navneteweyî re hevdîtin pêk bînin. Xwe hewldanên danûstandina nav gelen me yen her çar parçêyê Kurdistan di asta herî jor de ye be xûrtkirinb Li Rojavayê Kurdistanê di nav gel de yekitiyek heye, lê belê li derve ji bo valaderxistina yekitiya Kurdan hewldan hene. Divê partî, tevger û rêxistinên Rojava hişyar bibin."

'Niqaşên çekberdanê sunî ne'
Demîrtaş diyar kir ku niqaşên li derveyî konferansê hiştina PKK'ê li dijî berjewendiyên Kurdan in û wiha got: "Ev nîqaş bi zanebûn tên kirin ku dixwazin Kurdan di demeke wiha de pirsgirêkên sunî re mijul bikin û yekitiya Kurdan asteng bikin. Pevçûnên navbera dewleta Tirk û PKK'ê ji bo konferansê astengî nîne. Çekberdana PKK'ê, şerkirina PKK'ê bondorek neyînî li ser konferansê nake. Divê herî zêde jî di demên wiha de yekitî bê avakirin. Divê konferansa netewî xizmeta çaraseriya pirsgeraka Kurd yên her çar parçêyen Kurdistanê bike. Divê hemû tevgerên Kurd tevli konferansê bibin û stratejiya çareseriyek hevbeş amade bikin. Armanca konferansê banga agirbestê ya ji bo PKK nîne. Li dijî vê yekê ji cîhanê re îlana yekitiya netewa Kurd e. Divê banga agirbestê ji bo PKK'ê nekeve rojevê û ev nezîkatî li dijî yekitiya Kurdan e û dê konferansê vala derxe."

DÎHA/HEWLÊR