Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), rêzecivînên xwe yên bi şîara "Em piştgiriyê didin Azadî û Xweseriya Şengalê" li Ewrûpa û Rûsyayê organîze dike. Di vê çarçoveyê de 25'ê Çileyê li bajarê Elmanya Bremenê çalakiya pêşî hat organîzekirin.

Civîna saet 13:30´an destpê kir û ji bajarên Bremen, Oldenbûrg, Achîm û Hambûrgê bi sedan kes tê de amade bûn. Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan Alî Atalan axaftina destpêkê kir û wateya rêveberiya xweser û rêxistinbûyîna vîna Êzidiyên Şengalê rave kir.

Piştre bi dorê siyasetmedar Hasan Dûtar, endama Meclîsa Jİnên Êzidî Xezal Yalçin, berdevkê Tevgera Ciwanên Êzidî Aram Arslan, Berdevkê Civaka Akademîsyenên Êzidî Ogmen Emîn Akbaş û ji Navenda Baweriya Êzidiyan a Hambûrgê Şêx Berzan Hesen axivîn.


´Em ê destketiyan biparêzin´

Siyasetmedar Hasan Dûtar di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna Êzidiyên li Şengalê ji bo siberoja tevahiya Êzidiyan û êrîşên li dijî vê rêxistinbûyîna Êzidiyan, bi tundî şermezar kirin.

Axaftvanan Meclîsa Damezrîner a Êzidiyên Şengalê silav kir û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê van destketiyên Êzidina biparêzin û bi pêş ve bibin.

Civînên FKÊ´yê wê di 31'ê Çile de li herêma Emmerich-Wesel a Elmanya, di 1'ê Sibatê de li bajarê Elmanya Bîelefeldê, di 7'ê Sibatê de li bajarê Belçîka Liege´ê, di 8'ê Sibatê de li herêma Saarland a Elmanyayê, di 15'ê Sibatê de li bajarê Swîsre Zurichê, di 22'ê Sibatê de li bajarê Elmanya Celle´ê, di 1'ê Adarê de li bajarê Fransa Corbeille û di 7'ê Adarê de jî wê li paytexta Rûsya Moskovê bên lidarxistin.

Ev civîn di heman demê de weke amadekariyeke ji Kongreya Êzidiyan a Cîhanê re tê dîtin, ku tê payîn di demeke pêş de were lidarxistin. 


 ANF / BREMEN