Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê zext û pêkanînên dij mirovahiyê yên dewleta rejîma Îranê li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî dimeşîne de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa PJAK’ê bibîr xist, ku bi rojane li girtîgeha Ûrmiyê girtiyên siyasî, ji ber siyaseta înkar û bêrêziyê di çalakiya birçîbûnê de ne û da xuyakirin, ku ew vê siyaset û xemsariya rayedarên dewletê şermezar dikin, çalakiya berxwedanê ya girtiyan silav dikin. Meclîsa PJAK’ê ragihand ku siyaseta ku dewleta Îranê ya di vê demê de li hemberê gelê Kurd dide meşandin bi tenê xizmeta kurkirina pirsgirêkên li Îranê dike û destnîşan kir ku ev yek jî bêçaretiya dewletê li hemberê dengê gelan radixîne ber çav.

Siyasetek durû dimeşîne

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Dewleta Rohanî bi girtinên bê sînor û bêsedem li Kurdistanê, zext li ser girtiyên siyasî, kiryarên li girtîgeha Ûrmiyê, înkar û darvekirinan, Îranê ber bi mîlîtarîzmeke faşîzane dibe, ev gehiştiye astekê ku sebra gelê kurd bi dawî dike. Ev siyaset û rêbazê ku li hemberê gelê me tê meşandin, me dide fikirandin û di demeke wisa de bi vê siyasetê nêzê gelê kurd bûyîn, wê ti faydeya xwe li kesî nebe.” PJAK’ê diyar kir ku rejîm ji aliyekî ve banga yekbûyîna neteweyî û hestyarbûnê li gelên Îranê dike, lê li aliyekî din bi sedan ciwanan ji ber daxwaza mafê jiyaneke azad, wekhev û daxwazê digire binçavan û li girtîgehan bi rêbazên li derveyî mirovahiyê nêzî wan dibe.

Qirkirina siyasî dike

Meclîsa PJAK’ê got: “Gelo bi van rêbazan wê rewşa  Îranê çawa bi ewle be, kaosên civakî û siyasî yê çewa bên çareserkirin. Li cihekê ku mafê gelekî yê ku bi ramanê xwe yê azad tevbigere û nasnama xwe ya siyasî biparêze tê girtin, çawa behsa demokrasî û azadiya beyan tê kirin. Bi cihkirina kesên ku ji ber hin tewanên cûda hatine desteser kirin, di benden girtiyên siyasî de înkarkirina girtiyên bi nasnama siyasî û rêbazek ji bona şikandina irade û dîl girtina wane. Ruxmê ku bi salane girtîgehên Îranê, dagirtî ji çalakvanên siyasi ye, lê belê heya niha rejîma heyî, li xwe mikûr nehatiye û ev yek nepejirandiye. Bêgûman ev siyaset tenê dewleta Îranê ber bi kaos û dûrxistin ji demokrasiye dibe. Li girtîgeha Urmiyê û girtîgehên din ê dewletê tê meşandin, demokrasiya dewleta Rohanî li hemberê nasnama siyasî ya gelê kurd û siyasetmedarên vê/î  nîşan dide.”

Berxwedana rûmetê ye

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger dewleta Îranê dixwaze xwe ji kaos û dorpêçkirina heyî rizgar bike wê demê di serî de pêwîste dev ji siyaseta bi tirs li hemberî çalakvanên siyasî berde. Meclîsa PJAK’ê da zanîn ku divê gelê Kurd, bi taybetî ciwanên têkoşer li hemberê vê siyaseta girtin û taybet kiryarên ku li girtîgeha Ûrmiyê tê jiyîn bê deng nemînin, li hemberê vê qirkirina siyasî nerazîbûnên xwe nîşan bidin.  Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: “Berxwedana ku li girtîgeha Ûrmiyê û li girtîgehên din tên meşandin berxwedana rûmet û xwedî derketin ji nasname û ramanê xwe ye. Beşdarbûna vê berxwedanê erkê her kurdeke welatparêz û insaneke demokrat e. Gelên li Îranê û dostên Kurdan pêwîste  bizanin ku di kesayeta girtiyên siyasî yê kurd, hemû civak û çanda berxwedêrî ya gelên Îranî hedef dikin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN





Îran 4 Kurdan darve kir

Dewleta Îranê di nava heftiyekê de 33 kes darve kir. 18 ji wan di rojekê de hatin darvekirin û di nava wan de çend girtiyên kurd jî hene. Ji roja 26’ê Mijdarê heta 03’ê Kanûnê li tevayî Îranê 33 girtî hatin darvekirin. Ji wan jî 21 kes ji ber sûcê bazirganîkirina bi maddeyên hişber hatibûn cezakirin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Roja 2’ê Kanûnê 4 welatiyên kurd li girtîgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin û di nava wan de jinek jî hebû.  Navê Kurd ên hatine darvekirin wihaye; Muxtar Dawudxwaz, Yedulla Fehîmî, Menûcehîr Rezayî û Merziye Ostwarî.

Greva li Urmiyê didome

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgeha bajarê Urmiyê berdewame.  Rewşa girtiyan di metirsiyê de ye û heta niha jî rêxistinên navneteweyî bê dengin. 29 girtiyên siyasî yên kurd li girtîgeha Urmiyê di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan li hemberî gefên berpirsên girtîgeh û navendên asayîşa dewletê destnîşan kirin ku heta daxwazên wan neyên cîbicîkirin, wê çalakiya xwe dewam bikin.  Elî Reza Resûlî yê girtî jî nexweşê penceşêrê ye.

ROJNEWS/SILÊMANÎ