
Balafirên şer ên Tirkiyê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve Herêmên Parastina Medya, Heftenîn, Gare, Metîna, Zap, Avaşîn, Qendîl, Xakûrkê û Xinêrê bombebaran dike. Bi vê armancê pêr ji bajarokê Ranye yê girêdayî Silêmaniyê heta Qendîlê meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê Tevgera Azadî, Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve hat organize kirin. Ji Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr, Dihok, Kelar û piraniya bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê welatî beşdarî çalakiyê bûn. Nûnerê YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst, gelek partî û rêxistinên din beşdar bûn.
Çalakî saet 15.00’an ji Ranye destpê kir. Di çalakiya bi karwanê otomobîlan destpê kir, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YNK û Tevgera Azadî hatin bilind kirin. Welatiyan li Qendîlê ji aliyê gerîlayan ve hatin pêşwazî kirin. Gel heta goristana gund a hatî bombebaran kirin meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Bêdengiya hikumeta herêmê şermezar kirin
Di daxuyaniya ji aliyê welatiyên gund ve hatî dayîn de hat bilêv kirin ku dewleta Tirk dixwaze Qendîlê vala bike û divê gel li hemberî êrişan bibe yek. Her wiha har ragihandin ku armanca êrişan valakirina Qendîlê ye û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Welatiyan diyar kir ku ti kes nikare vîna gel bişkîne.
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir jî axivî û bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û hêzên navçeyê û bang li welatiyên başûrê Kurdistanê kir ku li gel gerîlayan bin. Piştî axaftinan, welatî li otomobîlên xwe siwar bûn û ji Qendîlê vegeriyan.
ROJNEWS/QENDÎL