Di Kongreya Îslama Demokratîk a ku li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10-11’ê gulanê de li Amedê hat lidarxistin de Peymana Medîneyê derket pêş û piştî encamnameya ji 14 madeyan hate aşkerakirin hate gotin ku dê ji bo kongreyê pêvajoyekî nû dest pê bike. Hate gotin ku Kongreya Îslama Demokratîk ji bo hişmendiya îslama sext teşhîr bike ber bi sazîbûnê ve diçe û şûna Diyanetê ya ku hişmendiya desthilatdar û dewletê pêşdixe, hişmendiya îslama piralî û sivîlan ssereke digire derbixe holê. Kongreya Îslama Demokratîk weke rêbaza KCD’ê û HDK‘ê xwe rêxistinî nake.
Endamên Meclîsa Daîmî yên Kongreyê dê hebin
Li gorî agahiyên hatin girtin; hevparên Kongreya Îslama Demokratîk dê di hefteya yekemîn a hezîranê de li Amedê kombibin. Dê endamên meclîsa daîmî yên kongreyê hebin û delegeyên kongreyê di serî de li heremê, tevahiya Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê bên hilbijartin. Li bendêne ku kongre piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşniyara çanda medreseyê zînde bikin û di vê çarçoveyê de li dijî pergala diyanetê ya girêdayî dewletê pergalekî alternatîf pêk bînin biryara “avakirina medresyan, pirtûkxane, xebatên lêkolîn û qadan” pêk bînin bigirin.
DÎHA/AMED