Li gorî lêlokînên gelemperî yên di nava gelê Skoç de hate kirin, gelê Skoç hîna jî di mijara serxwebûnê de biryaa xwe neda ye. Lê ji bo vebijarka sêyemîn ango xwesriya tam a aborî, tê payîn ku ji sedî 90’ê gelê Skoçyayê dengê “erê” bi kar bîne. Ji ber wê jî, hikûmeta Îngilîz hemû raye û kontrola xwe ya li hser aborî û butçeya Skoçyayê wenda dike.
Hikûmeta Îngilîz dixwaze naveroka pirsên di referandûmê de bêne pirsîn, biguherîne. Lê berdevkên SNP’ê diyar dikin, tenê gelê Skoçyayê dikare naveroka wê biguherîne û vê helwesta hikûmeta Îniglîz bi tundî rexne dikin.
Li aliyekê gotûbêjên der barê dem û awayê referandûmê de berdewam dikin, lê tenê tiştek teqez heye, ew jî ew e ku dê gelê Skoç ji bo serxwebûna xwe biçe ser sindoqan. Ji ber wê jî, malperên înternetê û rojnameyên Îngilîstan û Skoçyayê ji bo senaryoyên der barê serxwebûna Skoçyayê de ketine nava pêşbaziyê.
Yek ji vana ya herî girîng ew e, dema Skoçya biryara serxwebûnê da, dê kîjan pere bi kar bîne. Rêberê SNP’ê Salmond da diyarkirin ku ger biryara serxwebûnê derbikeve, ew ê dîsa sterlîn bi kar bînin û dê ji bo endamtiya YE’yê jî serlêdan bikin. Lê mesele ne tenê pere ye. Li aliyê din jî krîza aboriyê ya li Skoçyayê heye. Rêberê SNP’ê da diyarkirin ku ew ê di bin vê krîza aborî de nemînin, ji ber ku hikûmeta Îngilîz Skoçyayê xistiye nava krîz û deynan.
Ji bo deynên li ser Skoçyayê jî tişta herî bi ewle çavkaniyên petrolê yên li Deryaya Bakûr in. SNP diyar kir ku beşek mezin a van çavkaniyan dikeve nava xaka Skoçyayê û dê gelê Skoç ji bo xizmeta xwe bi kar bîne. Ger serxwebûna were qebûlkirin, ev çavkaniyên petroê dibe yek ji mezintirîn bazirganiya di navbera her du welatan de. Ji ber ku beşeke mezin a çekên nukleerî yên Îngilîstanê li ser xaka Skoçyayê hatine bicihkirin. Demek dirêj e ku SNP dibêje ger ew bibin xwediyê rayeya ewlekariyê ew vê tesîsa nukleerî bigirin. Tê diyarkirin ku ji bo ev tesîs li ciheke din were danîn, pêwîstî bi milyonan sterlîn heye. Dîsa, dê serxwebûna Skoçyayê bandoreke mezin li têkiliyên Îrlandaya Bakûr û Gallerê de bike. Bi taybet Partiya Karker ji vê mijara dawiyê bi guman e. Partiya Muhafezekar di hilbijartina borî de, kar tenê parlementerek ji Skoçyayê der bixe, lê Partiya Karker 41 parlementer derxist. Ev yek jî dê bibe sedem ku Partiya Karker alîgirên xwe yên li Skoçyayê wenda bike. Ji ber wê jî bi lez û bez dest bi hevkariya li dijî serxwebûnê ya ligel Partiya Muhafezekar kir.
ANF/LONDON