
Endama Komîteya Amadekar a Platforma Jin û Parastin, Çîçek Kobanê bal kişand ser girîngiya civandina hêzên leşkerî yên jinan li ser asta Rojhilata Navîn, her wiha da zanîn ku jinê gelek zulm dît, ji ber ku tu hêz tune bûn wê biparêzin.
Tê payîn ku dê platforma jin û parastin 2-3′yê nîsanê di bin dirûşmeya ″Hêza jinê ya xweparastinê, misogeriya avakirina civakeke azad e″ de, were lidarxistin.
Endama Komîteya Amadekar a platforma jin û parastin derbarê lidarxistina platformê de ji ANHA′yê re axivî û wiha got: ″Armanca ji vê platformê ew e ku hêza jinê li ser asta Rojhilata Navîn ne tenê di qada leşkerî re, lê di hemû qadên civakê de were firehkirin.″
Çîçek anî ziman ku jinê gelek zulm û zordestî dît û ji mafê xwe mehrûm maye û diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku tu hêz tune bûn wê ji civaka kevneperest biparêzin. Çîçek wiha domand: ″Zulma ku jinên Êzîdî, jinên Mûsilê û yên Reqayê dîtin, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Jin her dibe qurbaniya bûyerên ku li wan herêman rû didin.″
Çîçek bal kişand ser girîngiya civandina hêzên leşkerî yên jinan li ser asta Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: ″Armanca ji vê yekê, parastin û azadiya jinê ye. Eger ku jin azad nebe, civak tu carî azad nabe.
Çîçek got ku dê di platformê de, mafê parastina rewa were nîqaşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ″Em ê di platformê de bigihêjin encaman, mafên jinan biparêzin û pirsgirêkên wan ên civakî çareser bikin.″
NEJBÎR OSMAN / ANHA / QAMIŞLO