Parlementêra BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane destnîşankir ku xebatê ziman ji bo yekîtiya gelê kurd gelek giring e û wiha got: “Ziman ji bo hebûna gelan mijara ewlehiyê ye. Divê ziman li pêşîya sîyasête be dîtin û ji bo hemû zarava ji hev fam bikin xebat bê meşandin. Bîrtane der barê Konferansa Netewî ya Kurdistan de jî anî ziman ku Konferans ji bo kurdan xwedî gaveke dîrokî ye û destnîşankir ku di konferansê de mijara ziman divê weke mijareke sereke cîh bigire.
Di avakirina netewdewletan de ziman mijara herî girîng e. Li Rojhilata Navîn, zimanê kurdî ji aliye zêdetirî 40 mîlyon kurd ve tê axaftin. Lê tevî vê yekê kurdî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê nayê dîtin. Ji ber qedexeyên li ser kurdî gelek weşanên kurdî hatin desteserkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Gelek pirtûkên kurdî hatin komkirin. Nivîskar Cezmî Ersoz bi pirtûka Nanekî bi Tirkî Bide Min pirtûk nivîsand rastiyê tîne ber çavan.

Li Kurdistanê ji bo zimanê kurdî hewldan zêde bûn

Bi destkeftiyên Herêma Federal a Kurdistanê, bi zaraveyê Soranî   perwerdehiya kurdî tê dayîn. Dîsa bi tekoşîna dehan salan li Tirkiyeyê bi pêşengtîya Tevgera Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZP-Kûrdî) û Ensitûya Kurdî kûrsên zimanê kurdî hatin wekirin û nêzî 100 şaredariyên BDP’yî bi zaravayên kurdî hizmetê didin. Li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî Tevgera Civak a Demokratîk (TEVDEM) gelek akademî, komele û qursên perwerdeya zimanê kurdî hatin vekirin. Li gelek dibistanên Rojavayê Kurdistanê ji bo fêrbûna zimanê kurdî perwerde tê dayîn.
Tekoşîna bi dehan salan a kurdan, rê li ber pêşxistina ziman vekir. Ji bo zimanê kurdî bi dirûşmeya “Yekitîya Neteweyî” gelek zimanzanên kurd yen Bakûrê Kurdistanê bi pêşengtiya Tevgera Zimanê Kurdî (TZPKurdî) û Enstîtûya Zimanê Kurdî ketin nav liv û tevgerê. Piştî ku rê li pêşiya kurdî hate vekirin, bi sedan pirtûkên kurdî, rojname û televîzyonan dest bi weşanên kurdî kirin. Ji bo pêşxistina kurdî û saziyên kurdî gelek kar pêk hatin.
Kurd ji bo yekîtiya netewî jî girîngiyeke mezin didin zimanê kurdî. Bi vê armancê konferansên zimanê Kurdî pêk hatin. Di van konferansan de jî ji bo zimanê kurdî di hemû qadên fermî, siyasî, çandî û aborî de were bikaranîn, di serî de li bakûr, başûr û rojhilatê Kurdistanê di destûra bingehîn de bikeve bin ewlehiyê, gelek biryarên girîng pêk hatin. Ev biryar di Konferansa Netewî ku çav li rê ye vê havînê pêk were jî wê weke mijara sereke werin rojevê.

Bîrtane: Desthilatdar zimanê kurdî hedef girtin
Parlamentera BDP'ê ya Qarsê Mulkiye Bîrtane der barê Konferansa Netewî û girîngiya zimanê kurdî de ji DÎHA’yê re axivî.
Bîrtane, da zanîn ku zaravayên cuda yên zimanê kurdî ji bo gelê kurd dewlemendiyek in û got. “Hin dewletên serdest vê dewlemendiyê weke bahane nîşan didin dibêjin ku ‘zimanê kurdî zimanêk şaristanî nîne û evqas zarava ji hevdû fem nakin’ le ev ne weha ye. Zaravayên kurdî di nav gelê kurd de dewlemendiyek e. Le mixabin ji ber ku gele kurd li Kurdistanê rastî zordariya desthilatdaran hatiye, di encama polîtîkayên dewletan de ev zarave ji hev hatine dûrxistin.  Le dîsa jî gava ser kurdî xebat hebê ji hevdû fem dikin û cudahiya zaravayan nabe esteng. Eger di demên pêş de li ser nezîkkirina zaravayan xebat pêş bikevê hemû kurd wê karibin zaravayên hevdû fem bikin. Bîrtane diyar kir ku di vê mijarê de xebatên ku dimeşînin hene û di dema pêş de jî bi xebata ferhengê ku niha li ser xebatê dikin wê nîşan bidin ku zaravayên kurdî çiqas nêzî hev in. Bîrtane anî ziman ku di navbera zaravayan de nêzîkbûneke xwezayî heye, diyar kir ku di bin navê yekîtiya netewî de standartkirina kurdî ji rastiyê dûr e. Bîrtane weha got: "Standartkirina ziman û bi yek şêweyî bikaranîna zimanê kurdî, wê dewlemendiya ziman ji holê rake. Ev nêzîkatî encama polîtîkayên dewletên dagirker e û bi ti awayî hêz nade yekîtiya netewî. Hemû zaravayn zimanê kurdî divê bi zaravayên xwe yên bingehîn perwerdeyê bibînin. Eger ev zarave nêzîkî hev bibin wê pirsgirêk werin çareserkirin. Eger ev parçebûn bi dawî bibe jî ji bo kurd ji hev fêmbikin wê bibe gaveke dîrokî."

"Ziman ji siyasetê girîngtir e"

Bîrtane diyarkir ku piştî xebatên zimanê Kurdî di encamên konferansan de komîsyonek hatiye sazkirin û ev komîsyon ji bo pêşxistina zimanê kurdî xebatê dimeşîne. Bîrtanê der barê xebatên konferansê de weha axivî: "Di xebatên komîsyonê de di gelek mijaran de gavên berbiçav bê avêtin. Biryarêk me hebû ku em her çar parçêya Kurdistanê de bi tîpên Erebî û Latînî kar bikin û bikaribin alfabêyek hevbêş derxin holê. Ji xwe gelek pirsgereken mê jî cûdahîya alfabêyan derdikevê pêş. Berhemen ku li her çar parçeya hatine nivîsandin hemû kurd nikarin bixwînîn. Ji ber vê yekê jî hedî hedî ev alfabêya hevbêş pêş dikeve. Ji xwe li Başûr gelek ciwan di dibistanan de ji bo Îngîlîzî tîpen latînî hîm dibin. Gelê Başûr ji bo wê tîpê latînî dizanin le gelê Bakûr tîpê Erebî nizanin. Di vî warî de sîyaset ser nasekinê û ev jî yekitîya tîpa alfabêya kurdî dereng dixe. Divê ku li ser paşêroja ziman bê sekinandin û giringîya ziman bê femkirin. Ji ber ku ziman li ser sîyasêtê ye û jê girîngtir e. Hun çiqas sîyasetek baş jî bikin ziman polîtîkaya sereke ye. Kes nikarê ziman li pişt sîyasetê bibîne. Çiqas karên ziman pêş bikevê evqas jî yekitîya kurdan ya her çar parçeyên Kurdistanê ava dibe.”

'Ewlehîya gel bi hebûna ziman dibe
Bîrtane destnîşankir ku ziman mijara ewlêhîya netewa ne û wiha peda çû. “Ji bo ewlêhîya gel, hebûna ziman gelekî giring e. Di zanistê de jî ev yek wisa yê. Gel bi ziman heyê û gava ziman wenda bibê gel jî winda dibê. Gava ev gel bi zimanê xwe ne axive, nikarê bejê ez ji wî gelê me. Ji ber vê yekê jî Konferansa Netewî ya Kurdistan gelek giring e. Divê hemû zimanzanên kurd, sîyasetmedar, zana û zanyarên kurd bêşdarê konferansê bibin û mijara ziman bikin mijara serekê ya konferansê. Bi her awayî em neçarin ku ziman bikin mijara sereke û her tiştê xwe di konferansê de aşkere bikin. Di vî warî de biryarên giring û bihez bên girtin”

'Konferans nebe nabe’
Bîrtane anî ziman ku konferansên hatine lidarxistin hemû ji alîye xwe de wê hêzeke mezin bidin Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê û ji bo nîqaşên konferansê bingehek saz bikin. Bîrtane di vê mijarê de jî weha axivî: “Konferans di şert û mercên niha de nebê nabê. Gava em rêwşa Rojhilata Navîn û cîhanê bidin ber çavan, ev rêyêk dide pêşiya gelê kurd. Divê ev baş bêbikaranîn. Di sererastkirina nû ya Rojhilata Navîn de divê kurd jî para xwe ya azadiyê bigrin. Em hewl didin ku konferansa jinan berîya Konferansa Netewî lidarbixin. Di Konferansa Netewî de em ê pêyama xwe ji bo her çar aliyên Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn aşkere bikin û ji bo cîhanê dîyar bikin. Di warê leşkerî, sîyasî, çandî û aborî de divê em biryarên xwe eşkere bikin û bidin zanîn ku em jî wek netewêk dikarin li ser lingen xwe bijîn. Ji ber vê yekê jî ez dibejîm eger em yekitîya netewî ava bikin konferans wê bibe serkeftina gele kurd.”

MURAT KOLCA - DÎHA/HEWLÊR