Li ser şerê îro ku li welêt diqewime, ji hundir an jî li derva, ji alî gelek kesên zanyar û civaknasan ve, ji alî ramanger û siyasetmedaran ve tê nirxandin, gelekî nêrîn derdikevin holê, analîz tên nivîsîn û di naveroka hin gotarên rojane de nîqaşên cûr bi cûr çêdibin. Analîzên hevberkî, ya hêzên berxwedêr û desthilatdar çêdibin. 

Em jî, hewce nake ku yek bi yek bûyer hildin dest û binirxînin, hema kurt û kurmancî encaman hildin dest û çendîn tespîtên tevahî xêz bikin. 

Di pratîkê de ev yek bi zelalî xuyaye ku, her çiqasî stratejiyên cûr bi cûr hebin jî, êdî kes gavên xwe li paş ve nakşîne. Ji ber vê yekê jî, ya ku em tê de, rewşeke rik kirinê ye birastî... Du alî û her wiha du hêz hene... Hêzek ji bo jiyanê, hêzek ji bo xeniqandinê ye. Tekoşîn di nav vê nakokî de ye. Şer, şerê tekoşîna vê nakokiyê ye. Ango herdu hêz jî, li ser vê esasê têdikoşe. Yek ji bo parastina hebûn û însanmayînê, yê din ji bo pozşikandin, an jî em bêjin stûxwarkirinê hewl dide. Endamên beşa ku xwedî hêst û hêrsa pozşikandin, an jî stûxwarkirinê ne, karê wan jî ne hêsan e, çi ku heta niha xwedî tebîet û xûyek bûn. Di pişta kesayetiya wan de dîrokeke kûr û dirêj heye. Ji dîrokeke em bêjin 300-400 sal vir ve tenê lêdane, êriş kirine, talan kirine, hema li gorî serdem û nûjeniyê çi rêbazî derbasdar be wê kirine û bi şiklekî pozên hevkiriyên xwe şikandine, hêz û baweriya wan daxistine xwarê, dawî ya dawî bi rengekî bûne serdest û serkeftî. Ji ber wê jî bi xwezayî fêrî tiştekî din nebûne, nizanin û bi tu awayî jî naxwazin bizanibin. Wekî ku serdestî û desthilatdarî ji destê Xwedê ve diyarî wan bûye tevgeriyane, hê jî wisa tevdigerin.

Lê dîrok jî wekî mefhûmeke candar e. Dîrok û diyarok, waqia û bûyerên jiyanê jî, wek însan an jî wek ajaleke candar e. Bi demê ve bisînor e. 

B kurtasî, ya ku dixuyê jî ev e: Serdest êdî têk diçe. Ji siyaseta dinyayê bigirin heta xweza ya meşa dîrokê, hemû rewşê ku em tê de, pişta berxwedêran miz dide. Berxwedanî, êdî mizgîniya jiyaneke biriqî, rojeke bi ronî, mizgîniya rewşa serkeftina nirxên însanî dide civakê. 

Çendîn bûyer û pêşketin hene ku, misogeriya vê qeyd û tespîtê ne. Têkneçûyîna tevgerên berxwedêr, ku li dora Tevgera Aazadiyê ne, bilindbûyîna nirxên ku ji alî wan tê parastin, dewsa vê yekê jî çilmisîna nirxên dagirkerî, her wekî din... 

Her çiqasî xwedî hêz û çekên rûxîner bin jî, ew li ber kendalê ne. Dibe ku em hay jê nebin, lê ew bêhtir zanin, loma ewqasî hov in, loma dîn û har in...