Berbanga şoreşê: 19 Tîrmeh

Haberleri —

Fermandariya Giştî ya YPG, Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, Kordînasyona Komalên Ciwan,Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê û MLKP Rojava bi peyamên xwe şoreşa 19 Tîrmehê li gelan pîroz kirin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê salvegera 19’ê Tîrmehê li hemû gelê Roajva pîroz kir û got ku hêzên wan dê asta berxwedana xwe bilind bikin da ku serkeftina meyînde pêk were. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê de hat destnîşankirin ku sê sal di ser şoreşê re derbas bûne, rojane serkeftinên nû ku di dîroka mirovahiyê de têne nivîsandin hatiye bidestxistin û bi wê rengî dewam kir: “Şervanên şoreşger di her gavên wî xakî de xwîna rijandiye û ne tenê li Rojava li dîroka mirovahiyê de rûpelek bi nirx û rûmet lê zede kirine. Berxwedana qehremanên vî gelî ev serdem kirin nûnertiya edalet û jiyana hevbeş a di navaber hemû pêkhateyan de. Tivingên şervanên me li hemû deveran li dijî teroristên faştistin ên kor ku hêzên dewletan û artêşên wan li ber wan têk çûn, berxwedan û evsaneyên dîrokî nivîsandin.”

Her wiha YPG’ê di daxuyaniya xwe de gor ku ew ê bi diran û nenûkên xwe be jî wê şer bikin da ku ew zulim û zordariyê ji ser gelê xwe rabikin û wiha pê de çû:” Ji bo parastina gelê xwe em ê canê xwe feda bikin.  Em bi vî rihî bi ser ketin û bi vî rêbazî serkeftinên mezin hatin bi destxistin. Serkeftinên me ji şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an û rizgarkirina Kobanê dest pê kir û ber bi Efrîn, Cizîrê, her wiha hemû gund û bajaran ve herikî. Berxwedana li Serêkaniyê û Girzîro yên bi rumet gavên pîroz ên li pey hev bûn û di encamê de vîna gelê me yê welatparêz û xwedîderketina li şoreş ku di asta herî jor de serkeftî mezin û geştir bûn. Bi vê yekê derkete holê ku hêza gelê me yê şerker mezine û dikare xak û rumeta xwe biparêze.”


Kobana bi xwîna şehîdan hatiye avdan

Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê qonaxeke dîrokî ya gelê Kurd bû û wiha got: ˮBerxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha sereke ya şoreşa mirovî ya 19’ê Tîrmehê bû ku ji Kobanê destpê kir û dê li Kobanê jî bi serkeve.ˮ

Mustefa da zanîn ku şoreşa 19’ê Tîrmehê pêngaveke dîrokî ye û di nava xwe de gelek nirxên mirovahiyê dihewîne û diyar kir ku hêzeke mezin da hemû kesê ku dibêje em Kurd in. Mustefa hemû tekoşerên azadiyê bi bîr anî û wiha dom kir: ˮŞehîdên Tîrmehê şehîdên azadiyê û rumetê ne. Wan çanda berxwedanê di şoreşa Rojava de çandin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha berxwedanê ya şoreşa 19’ê Tîrmehê xêz kir. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê nêrîna hemû cîhanê ya li ser gelê Kurd guhert. Bi destkeftî û serekftinên hatine bidestxistin gelê Kurd xwe nîşan da.ˮ


Dilê gelan êdî bi têkoşîna azadiyê re lê didin

Kordînasyona Komalên Ciwan jî bi daxuyaniyeke nivîskî re destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa mirovên xwedî îdîaya jiyana azad e û bang li ciwanan û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku hîn bêhtir cihê xwe di nava pêngavên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina jiyana azad de bigirin.

Kordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniyê xwe de Arîn Mîrxan û hemû şehîdan silav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi çirûska agirê şoreşê ya li Kobanê hat pêxistin re destpê kir û bi Şoreşa Rojava ya roj bi roj mezin dibe.Daxuyaniya Komalên Ciwan bi vê rengî dewam kir: Li Kurdistanê dilê gelan êdî bi têkoşîna azadiyê re lê didin. Baweriya ji têkoşîna me zêde bû, aliyê şoreşa me ya hemû gelan hembêz dike baştir hat dîtin, ji hemû gelên li cihên cuda yên cîhanê rastî neheqiyê tên, zextê dibînin û li ber xwe didin re bû çavkaniya îlhamê, di nava gelên cîhanê de rê li ber eleqe û sempatiyeke mezin vekiriye.”


Parastina demokrasiyê û mafê mirovan e

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdulah ragihand ku destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên hemû gelê Kurd e û got: “Şoreşa Rojava ji ber ku li ser bingehekî xurt ê bîrdozî hat destpêkirin, ji ber vê di nava sê salan de gel karî mezintirîn destkeftî bi dest bînin.”

Partiya Kesk a Kurdistanê jî di daxuyaniyê xwe yê niviskî de bi lev kir kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi armanca rirzgarkirina Rojava ji hêzên rêjîmê dest pê kiriye û wiha got: ˮŞoreşa Rojava ronahiya xwe ji xwîna şehîdan girtiye.ˮ Di daxuyaniyê de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê Rojava hate pîroz kirin û ev tişt hate gotin: ˮŞoreşa Rojava ronahiya xwe bi xwîna şehîdan dîtiye. Em ji hemû cîhanê re tekez dikin ku gelê Rojava hezkiriyê azadiyê ye û ne mumkin e derbarê zilm û zordariyê de bê deng bimîne. Şoreşa me şoreşa parastina û demokrasiyê û mafê mirovan a cîhanê ye.ˮ

MLKP Rojava salvegera 19 Tîrmehê bi wan hevokan bi bîr anî :“Şoreşa me ya Rojava ya bi ked, hewldan û berdêlên mezin me ava kir, 3 sal li pey xwe hişt. Şoreşa me ya Rojava li hember hemû lîstikên emperyalîstan û hewldanên dewleta Tirk ên fetisandinê hebûna hîn xurttir didomîne.”


 NAVENDA NÛÇEYAN


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.