Herî kêm ev heșt neh meh in ku me hemû karê xwe li cîh hîștibû û em bi her awayî li hilbijartina asê mabûn. Me xwest em bi wê berçavikê demokrasiyê cihaneke din bibînin. Di encamê de ew berçavkên demokrasiyê șikest, demokrasî ma di destê sextekar, diz, xwînxwar, îslamofașîst û bêbextan de.
Li welatên li ser xwîna gelan avabûye, hilbijartin ne tenê lîstika demokrasiyê ye, rûpoșa hemû xiniziyan e jî. Kolonîzator ji bo rewabûna xwe bi wê gel, rikber û hemû cihanê dixapînin. Hevsarê saziya hilbijartinê di destê wan de ye, çawa bixwezin wisa diçerixînin. Ev lîstika xapandinê herî baș li Rojhilata Navîn tê lîstin.
Li Iraqê hemû șîî, bi kêmasî nîvê kurdan li dijê Saddam bûn, lê di hilbijartinan de dengên Saddam digirt ji %60 /80 yî berjêr danediket. Li Surî ev rêje hê li jortir bû. Divê ev rastî were gotin îslamîst hînê sextekariyê bûne, bi ayet û sûreyên Quranê dilîzin, bi yasayên șerîetê dilîzin. Ji bo wan lîstika hilbijartinê wek vexwarina avê ye.
Di nava kolonîzatoran de yên herî sextekar, bi lîst, dek û dolab jî, derdorên bi mejiyên îslamo - osmanî ne, sextekariyên emperyalîstan jî tevê sextekariyê xwe kirine. Kes û saziyên bikane wan kontrol jî bike tune. Em wek mînak li vê hilbijartinê binêrin:
Heri kêm 1000 TV, bi dehan rojname, ji %90 internetê, bi dehhezaran xebatkarên sîxwirî (MIT), bi sed hezaran polês, ji 200 000 î zêdetir, mele lele û kûçikên tarîqatên mejîgenî, mafya, îmam xatîp, sextekar, cehş, DAIŞ, leşker, bi mîlyaran pere, nijadperestî, berjewendî, tehdît û çavsorî tev de amûrên di destê AKPeya kolonîzator de bûn.
Li gel van sazî û êrişên bêbext hemû dek û dolabên hilbijartinan ên di warê teknîkê de jî bikaranîn. Ev ne bes bû her roj kuştin û şehadet hebûn. Endam HDP ê ji bangaşiya hilbijartinan zêdetir, li şîn û goristanan bûn. Ango hilbijartin ne di nava hoyên asayî, di bin kotek, şer û șînê de bû.
Ev jî baş tê zanîn neteweya tirk neteweyeke berevkirîyê ji bingehên cûda ne û bi destê nijadperestan li ser bingehê nijadperestiyeke hov hatiye demezirandin. Serkariya vê netewe jî di destê devşîrmeyan de ye. Bi salan e li ser dijminahiya gelan xwerû jî dijminahiya gelê kurd hatiye perwerdekirin. Lema rêvebirên HDP nikanin têkevin hin bajaran, derfetên wan ê xwe bi gelên Anatolyayê pejirandin dayînê gelek kêm e.
Nav kurdan de
Li Kurdistane, li bajarên kurdistanî lê hene, mirov dikane bibêje, herî kêm reyên ji %70, 80 kurdan girtine. Dema em li bajarên Kurdistanê dinêrin; herî kêm ji % 10 hetanê 20 reyên karmend, leşker, polês sîxwiran e. Li gel wan bêguman %5 jî kurtêlxwir hene. Li hin bajaran jî nîvê hilbijêran li derê bajêr in. Dema em vê rastiyê li ber çav digirin, dibînin ku bê bajarên wek Erzurim, Elezîz, Çewlîg, Dîlok, Meletî di ku di bin cendereya bişaftinê de têkçûne, li tu bajarî rêjeya dengan neketiye bin %50 yî.
Li Ruhayê bi dehan salan e, li ser eşîran lîstik hene, têkiliya feodalîzmê bi zanistî zindî hatine girtin, nakokiya di navbera kêmar û eşîrên kurdan tim hatiye sorkirin. Di van 13 salên dawiyê de ev nakokî hê xiniztir tê meșandin. Lema ji li vir pirsgirêk mezin e.
Dengên li metrepolên Tirkiyê, wek Îstanbol, Îzmîr, Enqere, Mersîn û Edenê hatine girtin jî ji %95 dengên kurdan e.
Dema em di ronahiya van rastiyan de li encamê hilbijartinan dinêrin, dikanin bibêjin, di rastiyê de gelek serkeftî ye û bi kêmasê ji %60/70 gelê me êdî rastiya xwe têgihîștine, li rastiya xwe xwedî derdikevin.
Hemû cihan dizane ku li Tirkiyê manîpulasyon û sextekariyeke bêpîvan heye. Jixwe hemû heyetên çavdêriyê jî ragihandin ku hilbijartin di bin siya kotek û çekan de pêkhatiye, li her derê sextekarî bikaranîne. Bi gotineke kurt êdî pêdivî bi berçavikê jî nedîtin, berçavikê demokrasiyê li ber çavên hemû cihanê şikandin.