Mihyedîn Hesen: Me bi saya Rêber Apo betona li ser xwe ji holê rakir, kefenê mirinê dirand û em bûn Kurdên serbilind. Dibe ku berdêl û bar giran be, lê rûmet mezin e.
AXÎN TOLHILDAN / ANHA/QAMIŞLO
Yek ji sedan Rojavayiyên ku bandora Ocalan li wan bûye, Mihyedîn Hesen e. Hesen tevî zarok, xwişk, bira, xwarzê, birazî û xalên zarokên xwe tevlî şoreşê bû. Wî hem barê giran ê şoreşê rakir hem jî bi wê rûmetê jiya. Mihyeddîn Hesen dawiya salên 1980’yî Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd nas dike. Hesen li taxa Enteriyê ya Qamişloyê dimîne û dibêje, “Me bi saya Rêber Apo betona li ser xwe ji holê rakir, kefenê mirinê dirand û em bûn Kurdên serbilind.”
Tevlî sohbetên Ocalan bûm
Mihyedîn Hesen care pêşî, sala 1991’ê tevî komek Kurdistanî diçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û beşdarî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê dibe. Axaftina Ocalan a dema pîrozbahiyê bandorê lê dike û hefteyekê li wir dimîne, tevlî sohbetên Ocalan dibe û bi vî rengî xwe perwerde dike.
We ji bo weletê xwe çi kir?
Mihyedîn Hesen wiha qala kêliyên xwe yên bi Ocalan re dike: “Di hevdîtina me de hinek axa û beg jî hebûn. Rêbertiyê ji wan pirsî ka ji ku hatine, kî ne, çi kirine, dixwazin çi bikin. Rêbertiyê ji axayekî pirsî; ‘heta niha we ji bo vê xakê çi kiriye’. Hûn dibêjin, hûn axa ne, eşîr in. Navê axatiyê ne xweş e. Axatiya we ji bo kolekirina gel e, we ji bo vî welatî çi kir? Wî got, tiştekî we ji bo mirovahiyê kiriye nîne. Bi gotina, ‘jin namûsa min e’, hûn 40 mêr dikarin ji bo jinekê hev bikujin. Rêbertiyê xaka di kulma destê xwe de nîşanî wan da û got, baş e ji bo vê xakê we çi kir. Ew jî ne namûs e? Ji bo vê we çi kir? Serok qala hezkirina welatparêzî û xakê, dijderketina li koledariyê kir. Vê yekê bandoreke mezin li min kir.”
Ez bi wan serbilind im
Mihyedîn Hesen dibêje, şoreş hesreta wî bû û li Rojava niha pêk tê û qala têkoşîna zarok û malbata xwe kir: “Keça min Can Welat sala 2011’an tevlî nava şoreşê bû. Ji bo parastina xwişk û birayên xwe yên Êzîdî yên li Şengalê, sala 2016’an çû Şengalê û li wir bû yekemîn şehîda jin a ji Rojava. Birayê min Ayîd û kurê xwişka min Îdrîs, sala 2013’an li Til Alo şehîd bûn. Mubarek ji bo azadiya Kurdistanê sala 2012’an di Newrozê de şehîd bû. Xalê zarokên min Rûbar ku bandoreke mezin li zarokên min dikir, sala 1995’an li Amedê şehîd bû. Pismamê min Goran, di Şoreşa Rojava de şehîd bû. Keçeke min û bi dehan kesên ji malbata min hîna jî di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de ne. Dibe ku berdêl û bar giran be, lê ez bi wan serbilind im.”